HDP li Swîsreyê karekî berfireh dike

Li gelek bajarên Swîsreyê civînên gel hatin kirin û hate destnîşankirin ku HDP ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê yekane hêza alternantîf e.

Platforma Hilbijartinê ya li dijî Dîktator ku ji bo piştgiriya HDP û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ava bûye, civînên xwe yên gel didomîne.

Li bajarên Rapperswil, Luzern, St. Gallen, Winterthur, Thun û Fribourg ên Swîsreyê civînên gel hatin lidarxistin û li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê agahî hatin dayin. Her wiha hate destnîşankirin ku HDP ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê alternatîfa yekane ye.

LUZERN

Civînali Luzernê li navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) pêk aht û ji beşên cuda yên civakê gelek kes tevlî bûn. Serokê rûmetê yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyên ên li Ewropayê Tûrgût Oker û Hevserokê CDK-Swîsre Cûma Allak weke qiseker beşdarî civînê bûn.

Oker di destpêkê de li ser hilbijartinê agahî da û got, gelên Tirkiyeyê ji dîktatoriya Erdogan bêzar bûne û di 24'ê Hezîranê de yekane hêza alternatîf HDP ye.

Oker da xuyakirin ku hemû bindest êdî li nava HDP'ê li hev dicivin û vê yekîtî û hevgirtinê tirs berdaye nava dilê Erdogan û piştevanên wî. Oker got, "Êdî her kes baş zane ku HDP bûye hêviya gelan. Ji kesî nayê ku vê hêviyê ji holê rake."

Oker bi dewamî got, "Heta ku HDP neyê hesabkirin û HDP ji benda hilbijartinê derbas nebe, ev dîktatorî wê bidome" û bang li her kersî kir ji bo destekê bidin HDP'ê. Oker her wiha got, "Eger Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne, komkujiyên ku AKP û Erdogan heta niha anîne serê Elewiyan wê bidomin. Lewma divê hemû Elewî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê."

Hevserokê CDK-Swîsre Cûma Allak jî bal kişand ser girîngiya dengê li Ewropayê ji HDP'ê re biçe û komujiyên ku li Bakurê Kurdistanê hatin kirin bi bîr xist. Allak ji her kesî xwest biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.

REPPERSWIL

Civîna ku ji aliyê Komuna Gel a Repperswilê hate lidarxistin bi beşdariya bi dehan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan pêk hat. Li dû dayina agahiyan li ser hibijartinê Serokê berê yê KESK'ê Lamî Ozgen peyivî û bi bîr xist ku HDP'ê bi serketina 7'ê Hezîranê de zîhniyeta tekparêz hejandiye. Ozgen got, "Tevî zextên giran ên piştî 7'ê Hezîranê li HDP'ê hatin kirin jî, HDP bi desteka gel hê li ser piyan e û hêviyê dide gelan. Ya ku encama hilbijartinên 24'ê Hezîranê diyar bike jî HDP ye."

Ozgen diyar kir, her du tifaqên ava bûne wê xizmetê ji paşeroja Tirkiyeyê re nekin û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku di 24'ê Hezîranê de li dora HDP'ê bicivin.

THUN

Li bajarê Thun ê Swîsreyê civîneke gel hate lidarxistin û ji bo HDP'ê banga piştgiriyê hate kirin. Ji pêşengên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Telsîm Tore û Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût weke qiseker beşdarî civînê bû ku li avahiya Sendîkaya UNIA pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, agahî li ser hilbijartinê hatin dayin. Tore destpêkê axviî û destnîşan kir ku HDP weke yekane hêza alternatîf tevlî hilbijartinê dibe. Fatma Şik Barût jî bal kişand ser polîtîkayên kujer ên rejîma AKP'ê yên li Kurdistanê û got, hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê firsendek e.

FRIBOURG, WINTERTHUR, BASEL

Li bajarên Fribourg û Winterthurê jî li ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîn hatin kirin û hate gotin, ji bo hilweşandina dîktatoriya Erdogan, HDP yekane hêza alternatîf e.

Wekî din, şêniyên ji Dîlokê yên li Baselê di civînê de li hev civiyan, dan xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ LI ST. GALLEN Û SOLOTHURNÊ HATIN BÎRANÎN

Şehîdên meha Gulanê li bajarên St. Gallen û Solothurnê bi çalakiyan hatin bîranîn. Bîranîn li navendên CDK'ê hatin kirin û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya meha Gulanê ji bo şoreşa Kurdistanê hate kirin.