HDP li semta Handen a Stockholmê buroya hilbijartinê vekir

HDP'ê ku pêr li navenda bajarê Stockholmê buroya hilbijartinê vekir, doh jî li taxa Handenê buroyeke hilbijartinê vekir.

Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim jî tevlî merasîma vekirina buroyê bû. Yildirim li vir axivî û işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ya ji bo gelên bindest û kedkaran kir.

Yildirim bi bîr xist ku di hilbijartina bihurî de HDP li Swêdê bû partiya yekemîn, lê tevlîbûna li dengdanê kêm bû û got, li Swêdê potanisyeleke mezin a HDP'ê heye.

Yildirim hişyarî da, eger HDP ji bendê derbas nebe wê zext û zordarî zêde bbiin û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê kir ku xwe bigihêjînin hîn bêhtir dengdêran.

Ahmet Yildirim di çarçoveya karê hilbijartinê de rêxistinên civakî yên sivîl jî ziyaret dike. Yildirim tevî heyetekê serdana Federasyona Çanda Elewiyan kir û li ser rewşa li Tirkiyeyê agahî da rêveber û endamên federasyonê.

Yildirim destnîşan kir ku HDP li parlamentê bi xurtê bê temsîlkirin wê pêşî li tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bê girtin û xwest, bi vê bîr û baweriyê kar bê kirin.