HDP, li Kurdistanê jî serketî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hilbijartina 24’ê Hezîranê û rista HDP’ê nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hilbijartina 24’ê Hezîranê û rista HDP’ê nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, bal kişand ser nîqaşên hilbijartina 24’ê Hezîranê û got desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo di hundir û derve de polîtîkayên xwe yên şerxwaz rewa bike ev hilbijartin pêk aniye. Lewre bi tu awayî fersend nedane ku vîna rastî ya gel teyîsîna xwe bide sindoqan.
Karasû, li ser encamên hilbijartinê ev nirxandin kirin: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo Erdogan di tura 1. de bibe serokkomar û li meclîsê bibe serwer, dest li sindoqan werda. Bêguman hilbijartin di bin şert û mercên zordest û newekhev de pêk hat. Lê belê faşîzma AKP-MHP’ê baweriya xwe bi vê tenê jî neanî û destwerdanên ku hevsengiya dengan biguherînin li sindoqan kirin.
Li aliyê din xwestin li Kurdistanê dengê HDP’ê kêm bikin û di bin benda hilbijartinê de bihêlin. Jixwe Erdogan bi xwe li xwe mikur hat û ev yek anî ziman. Got divê em HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Ji bo vê jî ferman da alîgirên xwe ku her cure rêbazên hîleyan bikar bînin.”
Karasû di dewama nirxandina xwe de got; “Armanca dewletê, tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Hemû polîtîkayên xwe li ser vê saz kirine. Ji bo vê plana xwe ya tasfiyeyê bi ser bixe, divê nîşan bide ku gelê Kurd ji Tevgera Azadiyê dûr ketiye. Jixwe ev sê sal in vê propagandayê dikin. Lewma çi dibe bila bibe xwestin encama hilbijartinê jî wiha raber bikin. Ji bo wê tu hiqûq, rêgez nas nekirin. Erdogan ji alîgirên xwe re eşkere got ‘li Kurdistanê zagonan ji xwe re nekin asteng, çi ji destê we bê bikin’ û her cure bêrêtî kirin. Lewre kesên ku dibêjin dengên HDP’ê ketiye, xizmeta polîtîkayên AKP’ê dikin.
Gelê Kurdistanê ne ji HDP’ê, ne jî ji PKK’ê dûr ketiye. Berovajiyê vê gel ji pêkûtiyên faşîzanê yên AKP-MHP bêzar bûye û gelekî nerazî ye. ji bo wê gelek derdorên ku berî dengê xwe didan AKP’ê, di vê hilbijartinê de dane HDP’ê. Li Kurdistanê dengekî gelek kêm ji AKP’ê re derket. Lewre propagandayên ku dibêjin gel ji HDP’ê qetiyaye, ne rast in.
Divê mirov şerê li Kurdistanê tê meşandin rast fêhm bike. Şiroveyên şaş ên di vê mijarê de wê têkoşînê qels bikin. Ev şerê qirêj ê ku niha li Kurdistanê tê meşandin, li tu dera cîhanê mînakên wê nehatine dîtin. Jixwe ji ber van polîtîkayên desthilatdariyê, Çîller û Agar destek dane AKP’ê. Gelê Kurd vê dibîne û wê jibîr neke jî.
Bi kurtasî gelê Kurd dengê xwe nedaye dagirker û faşîstan. Berevajiyê wê HDP, li Kurdistanê bi ser ketiye. Desthilatdariya şerê qirêj li Kurdistanê encamên dixwestin bidest nexistine, bin ketiye. Tevî hemû zext û zorê gelê Kurd li ser piyan e. Divê her kes baş bizane ku ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê û şûn de gelek tişt guherîne. Li Kurdistanê êrîşên ku ji salên 1990’î derbas dike tên pêkanîn. Êrîşên li ser goristanên gelê Kurd, vê yekê radixe ber çavan. Lewre divê her kes nirxandin û şîroveyên xwe li gorî vê bike.”
Karasû wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Di vê hilbijartinê de jî daxwazên gelê Kurd neguherîne. Gelê Kurd dev ji daxwaza xwe ya jiyana azad û demokratîk bernedaye. Bi xwedîderketina HDP’ê jî ev yek nîşan daye. Divê kes nekeve pey hûrgiliyan, ya girîng rastiya projeya HDP’ê ya demokratîkkirina Tirkiyê ye.
Di 3 salên dawî de desthilatdariya AKP-MHP’ê ligel ku şerekî bê eman dimeşîne jî negihaye armanca xwe. Ne gelê Kurd, ne jî gelên Tirkiyê bersiv nedaye van polîtîkayên wan. Ev jî tê wê wateyê ku gel piştgirî dide polîtîkaya HDP’ê.
Lewre divê kes nekeve nîqaşên ku xizmeta dijmin dike. Her kes li dora HDP’ê bicive, rêxistina xwe xurt bike û bi xebatên xwe yên gel bersiva pêwîst bide êrîşên dewleta Tirk ên faşîzane. Polîtîkayên wan ên qirkirinê pûç bike.”
JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA