HDP li Edeneyê xwe bi xurtî amade dike

Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûral diyar kir, li gel bidestxistina rêveberiyên xwecihî, ew hewl didin tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê vê carê qels bikin û dawî li rêveberiya wan bînin.

Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûral bi bîr xist, piştî guhertina sîstemê wê hilbijartina destpêkê ya xwecihî pêk were û wan jî dest bi amadekariyên xwe kirine.

Tûral diyar kir, Komîsyona Qebûlkirina Bernamzetan jî di nav de wan komîsyonên amadekariya hilbijartinê ava kirine û got, ew bi taybetî namzetên jin girîng dibînin. Tûral wiha dewam kir: "HDP di heman demê de partiyeke jinan e. Li cîhanê yekane partî ye ku li parlamentê koma xwe ya jinan heye. Em bang li hevalên xwe yên jin dikin ku hilbijartinên xwecihî girîng bibînin û ji bo namzetiyê serlêdanê bikin. Hem ji bo hevşaredariyê, hem jî ji bo endametiya meclîsa şaredariyê, bi taybetî li benda serlêdana hevalên me yên jin im. Komîsyona Hevdîtinê ji bo naskirina hevalên me yên serlêdan kirine, ji bo projeyên wan ên li ser rêveberiyên xwecihî fêhm bike û nêrînên partiya me di vî warî de xurtir bike, wê di navbera 10-30'ê Kanûnê de bixebite."

Tûral diyar kir, wê komîsyonên hemû taxan, rêveberiya bajar û navçeyan, sazî û pêkhateyên partiyê li hev bicivin û komîsyona rêxistinbûnê ava bikin. Tûral got, "HDP hem bi bernameya xwe, hem jî bi pîvan û şêweyê xwe yê kar, partiyeke wekheviya jinê û ciwanan e. Bêguman xwedî pêkhateyeke ji gelek çand, bawerî û zimanan e. Edene jî cihekî bi vî rengî ye. Kurd, Tirk, Ereb û komên ji baweriyên cuda bi hev re dimînin. Bêguman em jî dixwazin hemû rengên vê erdnîgariyê li herêma xwe nîşan bidin. Em dixwazin bi cîranên xwe, bi hemşehriyên xwe, bi alîgirên ked û demokrasiyê re bixebitin."

'DIVÊ EM DEST LI TIFAQA FAŞÎST WERBIDIN'

Tûral anî ziman ku wan bi hemû saziyên demokratîk re hevdîtin kirine û got, "Armanca me ew e ku em li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê rêxistinbûnekê biafirînin. Eger di vê hilbijartinê de em nikaribin bersivê bidin vê tifaqa faşîst û qirêj, pêvajoya ji niha û pê ve wê girantir be."

Tûral ragihand, hilbijartinên 31'ê Adarê li dijî rêveberiya bê edalet a tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê firsendek e û got, "Em ê bi hemû hêzên demokratîk re li ser vê bingehê tevbigerin. Haya me ji berpirsyariya me heye. Em bi biryar in ku şaredariyê bi dest bixin û vê herêmê ji AKP'ê paqij bikin. Karê me wê li ser vê bingehê be. Armanca me ne tenê qezençkirina rêveberiya xwecihî ye. Em dixwazin, di vê dema ku zext û zordarî giran e, hikumeta AKP'ê qels bikin û dawî li vê rêveberiya zordar bînin."