HDP: Li dijî şer deng bide Rojava

Hevserokên HDP’ê yên nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan gotin: “Li dijî vî şerê li dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, deng bide Rojava.”

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî daxuyaniyek nivîskî têkildarî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojavayê Sûriye dayî destpêkirin da û diyar kir ku Hikûmeta AKP/MHP’ê îro hemû peymanên navnetewyî bin pê kir û li ber çavê dinê êrîş bire ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û got: “Em êrîşên bi qasî destkeftî û statûya gelê Kurd ê Rojava hatiye hedefkirin, dîsa dînamîka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî kiriye hedef bi tundî şermezar dikin.

Desthilata heyî ji bo siberoja xwe ya siyasî ev êrîşa derveyî sînor dayî destpêkirin heman demê li nava sînor jî li dijî gelan, hêzên demokrasî û li dijî rûhê wan ên piştevaniyê ye jî. Ev êrîş heman demê êrîşa li ser Elewî, Êzidî, Ermen, Tirkmen, Sûryan û hemû pêkhate û komên olên cihê yên li Rojava ye."

Di dewam daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ev êrîş li dijî gelê Kurd û dîsa destkeftiyên gelê herêmê ye. Ev êrîşa di serî de şoreşa jinê û hemû nirxên mirovî û demokratîk dike hedef, tê wateya pêşîvekirina DAÎŞ’ê ya ku li dijî baweriyên cihê yên li Rojhilata Navîn şer dayî kirin û ji nû ve zindîkirina wê ye.

Bila ti dudilya gelê me û hêzên demokrasî yên li Tirkiyeyê nebe em ê li dijî vî şerê ne hiqûqî û rewa rabin. Bang li her kesê dikin ku li dijî desthilata AKP/MHP’ê ya ku dixwaze bi şer desthilata xwe dirêj bike rabin. Li dijî şer dengê xwe bidin Rojava. Em ê biser bikevin. Yê bi ser bikeve wê gelê me be.