HDP:Komkujiya Roboskê darbeyek zalim e!

HDP:Komkujiya Roboskê darbeyek zalim e!

Hevserokên HDP’ê Sabahat Tuncel û Ertugrul Kurkç diyar kirin dê hesabê komkujiya Roboskê ku du sal derbas bipirsin û got: “Komkujiya Roboskê wek darbeyeke zalîmane hêj li bende ronîkirinê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li navçeya Qilaban a Şirnedê di sala 2011’an 28-29’ê Kanûnê de ji aliyê balafirên şer yên tirk ve 34 hatin qetilkirin.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir:  “Serokwezîrê Tirk Erdogan ji bo vê heqeretê spasiya xwe ya bo Fermandariyê Giştî îhmal nekir û tişta ku para gundiyên Roboskê ket jî girtin, biçûkxistin û sûcdarkirin.  Malbatên ku li mafên xwe geriyan rastî tehdîdan hatin.

Lê wek tê zanîn ku berpirs ji roja destpêkê de tên zanîn. Lê berpirsên komkujiyê hatin parastin. Der barê wan de doz nehatin vekirin. Dosyaya doza di dawiyê de teslîmê Fermandariya Giştî, biryargeha komkujiyê hat kirin.  Daraz careke din jî serbixwe û bêalî tevnegeriyan.

Serokwezîrê tirk ji bo  berpirsên komkujiya Roboskê bên darizandin yek pêngavek navêt. Pirsên ku ji serî de em ji dipirsin careke din em pêşkêşî Erdogan û hikûmeta wî dikin;

-Talîmata ‘lêxe’ û organîzekirina êrîşê ji aliyê kîjan merciya siyasî û kê/kîjanan ve hatiye dayîn?

-Emrê ‘lêxe’ ji aliyê kîjan merciya leşkerî ve hat dayîn? Ev rayedarê leşkerî ji peywirê hat girtin an jî hêj li ser peywirê ye?

Ligel ku di ser de du sal derbas bû jî berpirsyariya hiqûqî ya nederxisina kujeran bi kê re ye?

Em ji bo bersiva van pirsan bibînin lêgerîna me dê bidome. Heta berpirs cezayê negirin, em bê deng nemînin.