HDP, KCD, HDK, DBP'ê li dijî dagirkeriyê daxuyanî weşandin

HDK, KCD, HDP û DBP’ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan. Koçyigît diyar kir ku divê hemû gel ji îktîdarê re bêjin ‘raweste’ û got: “Em vî şerî rawestînin. Em li dijî kuştinan jiyanê biparêz in.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi civînek hevpar li Navenda Giştî ya HDP’ê li dar xist.

Hevserokê HDP, Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û gelek kes beşdarî civînê bûn.

‘KOMPLOYA LI DIJÎ OCALAN BI ŞERÊ LI DIJÎ ROJAVA DIDOME’

Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyigît daxuyanî da û diyar kir ku di salvegera 20'emîn a komploya navdewletî dubare şerek tê plankirin û ev ne tesadufî ye. Koçyigît got: “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de tespîta ‘dixwazin şerek di navbera kurd û tirkan de derxin’ kiribû. Birêz Ocalan gotibû heke şert werin başkirin dê di hefteyekê de pevçûnan ji holê rake. Lê di qonaxa em gihîştinê de siyaseta şer û dagirkirinê dispêrin gelê kurd. Em bi îktîdarek ku dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bikin re rû bi rû ne.”

‘GELÊN TIRKIYEYÊ JI ŞER RAZÎ NÎNE’

Koçyigît anî ziman ku îktîdara AKP’ê meşrûbûna xwe winda kiriye û got: “AKP li ber derze ye. Îktîdar ji bo krîza di nav de hel bike, şerek herêmî derdixe. Tu rewabûna vê dagirkirinê nîne. Ji bo rewabûna xwe di nava welat pêk bîne tezkereyê şer anî Meclîsê û derbas kir. Hemû partiyên vê tezkereyê ‘êrê’ kirin divê baş dizanibin ku xelkên vî welatî ji vî şer û dagirkirinê ne razî ye û napejirîne.”

‘DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN’

Koçyigît da zanîn ku hewldana dagirkirina axa Rojava ji aliyê civakên navnetewî ve jî nayê pejirandin û got: “Ev nêzîkatî tê maneya înkarkirin û îmhakirina gelê kurd a sedsala 21’emîn. Ev nêzîkatiya li dijî gelê kurd û gelan duh winda kir dê îro jî winda bike. Ji Rojava heta îro ne tehdît, peyamên aştî û biratiyê ji bo Tirkiyeyê hatine dayîn. Gelên Rojava xweişk û bira û dostên gelên Tirkiyeyê ne. Tişta tê fikirîn bi wîjdan û ehlaqî nayê qebûlkirin. Wê ev şer û êrîş aramiya herêmê xera bike. Wê ev şer ji DAIŞ, El Kaîde û çeteyên din ên hov re qadê veke û wan bixe tevgerê. Wê bariyeran bixe navbera gelan. Ji bo em ji îktîdara şerxwaz re bêjin ‘raweste’ berpirsiyariya hemû gelên Tirkiyê ye.

BANGA PIŞTEVANIYA ROJAVA

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû parazvanên jiyanê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, kedkar, rêxistinên jinan û her aliyî re bang dikin; ‘Werin em vî şerî rawestînin û li dijî kuştinan jiyanê biparêzin. Em hemû sazî û dezgehên navnetewî, parêzvanên mafên mirovan û aştiyê, vedixwînin ku piştgiriyê bidin gelên Rojava yên li dijî DAIŞ’a hov serkeftinê bi dest xist. Piştevanî xurtir dike.”