HDP ji komîsyonê vekişiya
HDP ji komîsyonê vekişiya
HDP ji komîsyonê vekişiya
HDP, ji bo şermezarkirina qedexeya çapemeniyê ji Komîsyona Lêpirsînê ya Meclîsê vekişiya.
Girêdayî pêvajoya 17’ê Kanûnê ji bo îdîayên der barê 4 wezîran de lêkolîn bike Komîsyona Lêpirsînê ya Meclîsê kom bû.
Dadgehê ji duh ve ji bo civînên komîsyonê biryara qedexeya çapemeniyê girtibû.
HDP, piştî qedexeyê ji komîsyonê vekişiya. Sedema vekişîna HDP’ê Cîgira Seroka HDP’ê Pervîn Buldan vegot.
Buldan got, "Ji bo em di nav vê cih negirin, em ji komîsyonê vekişiyan. Me dît ku xebatên komîsyonê yên heta niha ne bi tenduristî ne. Ji ber helwesta serokê komîsyonê, ti wateya ku endamên muxalefetê li wir bimînin nema. Lewma em ji komîsyonê vekişiyan.”