HDP: Ji ber çavbirçîtiya AKP'ê li Somayê 301 can ji dest çû

HDP'ê nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê da ku hesap ji berpirsyarên Komkujiya Somayê nepirsî ye û diyar kir ku li welêt her sê mehan carekê komkujiyeke nû tê serê karkeran. HDP'ê banga piştevaniyê li karker, kedkar û bindestan kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera komkujiya madenê ya Somayê ku di encamê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beriya niha bi salekê ji ber çavbirçîtiya sermaye û AKP'ê, me 301 canên xwe ji dest dan. Tevî ku di ser re ewçend wext derbas bûye jî tiştek nehatiye kirin. Wezîr û burokratên di asta destpêkê de berpirsyarên cînayetê ne derneketin pêşberî dadgeriyê, hesap ji kesî nehat pirsîn" hat ragihandin ku sozên ji karkerên kanê re hatine dayîn bicih nehatine anîn û karker hîn bêhtir xizan bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di rewşeke ku madenkar xizan bûn û bi gefa birçîbûnê re rû bi rû man de, hejmara mîlyarderên dolaran ji 4'an gihîşt 44'an. Alîgirên hikûmetê dewlemendiya xwe bêhtir dewlemend kirin."

'HER SÊ MEHAN CAREKÊ KOMKUJIYEKE NÛ TÊ SERÊ KARKERAN'

HDP'ê diyar kir ku ji roja rûdana komkujiya li Somayê û vir ve di cînayetên kar de 1650 karkeran jiyana xwe ji dest dan û got, "Di çar mehên destpêkê yên 2015'an de 482 karkerên me jiyana xwe ji dest dan. Bi kurtasî li Tirkiyeyê serê her sê mehan carekê komkujiyeke 'Soma ya nû' rû dide. Tevî vê yekê jî Wezîrê Xebatê Farûk Çelîk ku di dema wî de 6950 karkerî jiyana xwe ji dest dan, hînê li ser kursiy xwe rûniştî ye. Berpirsyarê Enerjiyê Wezîr Taner Yildiz ku di dema wî de 800 karkerên madenê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane, hînê li ser kar e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê her du wezîrên hikûmetê îstifa bikin û tevî Alp Gurkan berpirsyarê kana komirê ya li Somayê derkevin pêşberî dadgeriyê û hesap bidin.

BANGA PIŞTEVANIYÊ

HDP'ê karkerên di Komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û ji bo hesabpirsîna ji berpirsyaran banga piştevaniyê li karker, kedkar û bindestan kir.