HDP'iyan piştgirî dan Xalîde Cerrar a Filîstînî

HDP'ê piştgirî da kampanyaya ji bo azadiya Xalîde Cerrar a Endama Konseya Qanûnsaz a Fîlîstînê.

HDP ya ku 9 parlementerên wê girtî ne, piştgirî da kampanyaya azadiyê ya ji bo Endama Konseya Qanûnsaz a Filîstînê Xalîde Cerrar. 

Di 2’ê Tîrmeha 2017’an de polêsan avêtibû ser mala Endama Konseya Qanûnsaz a Filîstînê Xalîde Cerrar û ew destgîr kiribûn. Cerrar, bê sûcdarî û darizandin hatibû  girtin. Ev rewşa wê, her carê bê dem tê dirêjkirin. 

200 rêxistinên ku di nav de HDP jî heye gotarek weşandin û helwesta Îsraîlê ya dirêjkirina dîlgirtina Xalîde Cerrar şermezar kirin. 

Di gotarê de wiha hat gotin: "Ji bo ku Xalîde Cerrar demildest bê berdan, rewşa wê ya dîlgirtîbûn bi dawî be, girtiyên siyasî yên Filîstînî yên di girtîgehên Îsraîlê de bên serbestberdan em li hev civiyan. Em bi giyana Xalîde Cerrar sozê têkoşînê didin ku heta Îsraîl dev ji van polîtîkayên xwe berde bidomînin."