HDP: Îsraîlê êrîşkariya xwe derxistiye asta herî jor

HDP: Îsraîlê êrîşkariya xwe derxistiye asta herî jor

HDP’ê der barê hewldana Îsraîlê ya li Filistiyan Mescîd-î Aksa ji gel re  girt de, daxuyaniyek da û got: “Ev nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya ku geşedanên di navbera Yahudî û Mislimanan de tê jiyîn wek pevçûna olî digire dest, bi gelan şaş dide xuyakirin. Tiştên li Qudsê tê jiyîn, têkoşîn azadî û rizgariyê ya gelê ku li dijî qirkirina çandî û paqijiya etnîk tê dayîn."

Cîgirê Hevserokê HDP’ê Alp Atinors daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Îsraîla ku mafê dewleta serbixwe ya Filistînê înkar dike û bi armanca ku Qudsa Yekbûyî bike paytext, ev 20 sal e li Rojhilatê Qudsê vê plana îhlakirinê dimeşîne û navenda herî Pîroz a gelê Filistînê bi leşkeran re serde digire û ev jî êrîşkariya wan derdixe asta herî jor.

HDP’ê da zanîn ku rêveberiya Îsraîlê dixwaze Mescîd-î Aksayê li Filistiyan bigire û wiha berdewam kir: “Ev parçeyek plana ku Filistiyan Qudsê derxin. Filistiniyên Qudsê rojane bi qirkirina çandî û paqjiya etnîkî re rû bi rû ne. Mal û axa wan tê desteserkirin, malên wan tê hilweşandin, her roj avahiyên Îsraîlê tên avakirin. Nasnameya Qudsê tê desteserkirin, li taxên Ereb bi sedan kamera tên bicihkirin. Filistiniyên Şerîa Rojava û Gazzeyê nagirin Qudsê.

Jiyana rojane ji bo Filistiniyên Qudsê bi berxwedana mezin dikare bidome. Gelê Filistînê bi salane ji bo ku li Qudsê bimînin têkoşîneke zor û zehmet dide. Qedexekirina cihê herî pîroz ê gelê Filistînê, ji întîfadayek nû re vexwendiye. Divê neyê jibîrkirin ku întîfadaya duyemîn jî li ser daxwaza ketina Arîel Şaron ya Mescîd-î Aksayê teqiya bû.

Îsraîla ku bi taybet Qudsê wek paytext dibîne, bi taybet li ser Rojhilatê Qudsê zextan zêde dike.

Hikûmeta AKP’ê van tiştên ku tê jiyîn wek pevçûna olî ya di navbera Yahudî û Muslimanan de digire dest. Gelê me bi vê yekê şaş bi rê ve dibe. Tiştên ku li Qudsê tên jiyîn dagirkirine. Qirkirina çandî ye. Gel têkoşîna azadî û rizgariyê dide. Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu li ser esasê bûyerê nasekinin. Em bang li Îsraîlê dikin ku bila dest ji van planên îxlalê berde.”