HDP: Hişmendiya li Helebçe îro li Efrînê ye

HDP’ê Komkujiya li Helebçeyê şermezar kir û got heman hişmendî îro li Efrînê komkujiyan dike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera Komkujiya Helebçe de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Sedam beriya bi 30 salî li Helebçeyê 5 hezar jin, zarok, yixtiyarên Kurd kuştine û got, ‘’Rejîma Seddam Hisên û Beas dema ku ji wan weye ew dikarin têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi çekên kîmyewî tine bikin, hem dawiya xwe anîn û hem jî nekarîn bibin asteng ku Kurd azad bibin û xwe rê ve bibin.’’

HDP’ê got, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd piştî 30 salî hê jî bi rengekî xurt berdewam dike.

‘HEMAN HIŞMENDÎ LI EFRÎNÊ YE’

Di daxuyaniyê de hate gotin hişmendiya li Helebçeyê îro li Efrînê ye û li Efrînê, jin, zarok, yixtiyaran dikuje û êrîşê tîne ser gelê sivîl.

HDP’ê di daxuyaniyê de herî dawî Komkujiya li Helebçe şermezar kir û got, ‘’Em bang li wan hêzan dikin ku îro ji bo desthilatdariya xwe bidomînin bi şer, dagirkeriyê dixwazin gelan bînin pêşberî hev, bila ji dîrokê dersê werbigirin.’’