HDP: Hêzên ewlekariyê ji bo AKP-MHP'ê karê hilbijartinê dikin

HDP'ê diyar kir, hêzên ewlekariyê yên rejîma Tirk ji bo AKP-MHP'ê karê hilbijartinê dikin û nerazîbûn nîşan da.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser êrîşa polîsan a li ser merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Serêkaniyê.

Ayşe Acar Başaran got, "Namzetên me yên ji bo hevserokatiya şaredariyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahrman ku tevlî merasîma vekirina buroya me ya hilbijartinê ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bûn, roja 5'ê Sibata 2019'an bûn hedefa êrîşa polîsan. Piştre jî namzeta me Narîn Gezgor hate destgîrkirin."

Di dewama daxuyaniyê de Başaran got, "Hêzên ewlekariyê ku li dijî namzetên me bi tundî û destgîrkirinê radibin, bi navê tifaqa AKP-MHP'ê ji bo hilbijartinê kar dikin.

Hevalên me yên ku ji bo hilbijartinên xwecihî namzet hatine nîşandan tên destgîrkirin. Dosyayên pûç der barê wan de tên amadekirin û bi hevkariya dadgerî-hêzên ewlekariyê pêşî li karê wan ê hilbijartinê tê girtin.

Haya me ji polîtîkayên qirêj ên tifaqa AKP-MHP-hêzên ewlekariyê-dadgeriyê yên li dijî HDP'ê heye. Em van polîtîkayan ji nêz ve nas dikin. Em vê bêjin; hûn ne yê destpêkê ne ku vê polîtîkayê diceribînin, hûn ê ne yê destpêkê bin ku têk biçin."

Başaran diyar kir, tifaqa AKP-MHP çi dikin bila bikin wê her têk biçe û got, "Namzeta me ya hevserokatiya şaredariyê Narîn Gezgor tavilê berdin û van polîtîkayên xwe yên qirêj û bêwate derhal biterikînin."