HDP: Heta encam jê bê girtin, nerazîbûna me wê bidome
HDP'ê diyar kir, li 'jêrzemîna wehşetê' heft kesan jiyana xwe ji dest dane, birîndar li benda rizgarkirinê ne û berpirsyarên hikûmetê anî bîra wê.
HDP'ê diyar kir, li 'jêrzemîna wehşetê' heft kesan jiyana xwe ji dest dane, birîndar li benda rizgarkirinê ne û berpirsyarên hikûmetê anî bîra wê.
Rêveberiya Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser birîndar û cenazeyên li 'jêrzemîna wehşetê' tên ragirtin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuaniya nivîskî de hat gotin, "Weke ku tê zanîn, li cizîrê ji ber bomberdûmana ji aliyê wezîfedarên tevgera taybet ve hat kirin, ji welatiyên me yên li jêrzemîna avahiyekê asê man 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, welatiyên me yên birîndar ên mayî jî hînê li benda derxistina ji wir in."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku weke parlamenterên HDP'ê ji bo derxistina welatiyên li jêrzemîna wehşetê asê man e, têkoşîna wan a demokratîk dewam dike û li ser greva birçîbûnê ev agahî hat dayîn:
"Ev 13 roj in birîndar û cenaze li jêrzemîna wehşetê ne, çalakiya me ya greva birçîbûnê di roja 9. de ye û ev 6 roj in bi ti awayî agahî ji birîndaran nayê girtin. Parlamenterên me Birêz Feleknas Ûca, Muslum Dogan û Bedî Ozgokçe Ertan çalakiya greva birçîbûnê dewr girtine."
Di dawiya daxuyaniya Rêveberiya Koma Meclîsê ya HDP'ê de hat gotin, "Ji bo wergirtina birîndar û rakirina cenazeyên li jêrzemîna wehşetê, em careke din berpirsyariyên hikûmetê tînin bîra wê. Em ji tevahiya raya giştî re radigihînin ku heta encamekê bi dest bixin, nerazîbûnên me yên demokratîk wê bidomin."