HDP: Feraseta komkujiya Sêwasê hê jî desthilatdar e

HDP’ê cangoriyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî û got, “Feraseta ku komkujiya Sêwasê kir û ya niha wekî hev e.”

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê îro peyameke nivîskî weşand.

‘ÊRÎŞKAR HATIN PARASTIN’

Peyama HDP’ê wisa ye:

“25 sal derbas bû. Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de rewşenbîr û hunermendên ku çûbûn Şahiya Pîr Sûltan Abdal, li otela Madimakê hatin qetilkirin.

Gelek sal ji ser vî tiştî derbas bû lê birîn nehatin pêçandin. Êrîşkar ji aliyê saziyên dewletê hatin parastin. Dewletê li qetlîama 2’ê Tîrmehê temaşe kir û di heman demê de nehişt ku bila pêvajoya darizandinê jî bi awayekî adilane bi encam bibe.

Civaka Elewî ji ber ku xwedî li çand û nasnameya xwe derket, her tim cihêkarî li ser wê hate kirin û êrîş li ser wan hate kirin.

Ev komkujî ew ê tu carî ji bîra me neçe. Di vê komkujiyê de sûcên nefretê û cihêkarî bi awayê herî hovane tê kirin.

Feraseta ku komkujiya Sêwasê kir û ya niha wekî hev e. Em careke din cangoriyên Komkujiya Sêwasê bi bîr tînin û girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo pirsîna hesabê van komkujiyan diyar dikin.”