Navenda Giştî ya HDP'ê der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî rêxistinên partiya wan ên Edene û Mersînê de got, "Êrîş wê nikaribe bi me." HDP'ê destnîşan kir ku berpirsyariya siyasî ya êrîşê li ser milê Serokkomar Erdogan, Serokwezîr û endamên din ên hikûmetê ye.
Navenda Giştî ya HDP'ê der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî rêxistinên partiya wan ên Edene û Mersînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi serenavê "Êrîş wê nikaribe bi me" de ev xal hat destnîşankirin:
"Bi nêzîkbûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê re êrîşên li hemberî partiya me jî zêde dibin. Heta roja îro, navenda me ya giştî jî di nav de li 60 cihan li hemberî avahiyên partiya me, wesayîtên me, endam û dildarên me êrîş hatin kirin. Îro danê sibehê jî bi bombeyan êrîşî avahiyên me yên Edene û Mersînê kirin û bi vî rengî êrîşkarî derxistin qonaxeke nû. Di êrîşa li hemberî avahiya partiya me ya Edeneyê de 6 rêveber û xebatkarên me birîndar bûne.
'BERPIRSYARÎ LI SER MILÊ ERDOGAN Û HIKÛMETÊ YE'
Bi bikaranîna hêzên tarî yên ji desthilatdariya siyasî destekê digirin re dixwazin pêşî li pêşketin û xebatên hilbijartinê yên partiya me bigirin. Berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê Serokkomar Erdogan, Serokwezîr û endamên din ên hikûmeta AKP'ê ye. Ev zîhniyeta ku di her axaftinê de partiya me hedef nîşan dide, heqaretê Hevserokên me yên giştî, rêveberên partiya me û namzetên me yên parlamenteriyê dike, berhemên xwe yên nû li Edene û Mersînê bi dest xistine.
Bila ev were zanîn; ti hêz wê nikaribe li pêşî li hev kom bûna HDP û gelên Tirkiyeyê bigire. Bangên me yên 'Jiyana Nû' û Mirovahiya Mezin' li çar aliyên Tirkiyeyê şîn dibe.
Em êrîşên bombeyî yên li hemberî avahiyên me yên Edene û Mersînê bi nefret şermezar dikin û dixwazin berpirsyar tavilê werin aşkerakirin."