HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin

HDP'ê têkildarî kuştina karkerekî Kurd li Afyonê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ev êriş encama daxuyaniyên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye.

Desteya Rêveberiya Navendî yıa HDP'ê têkildarî êrişa nijadperestî ya li Afyonê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hîn mehek di ser êrişa li Sakaryayê ya li dijî karkerên Kurd derbas nebûbû, vê carê li Afyonê êrişeke nijadperestî rû da. Di êrişa çekdarî de ya li dijî karkerên Kurd, karkerê înşaetê Ozkan T. jiyana xwe ji dest da, Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn."

HDP'ê sersaxî ji xizmên karkerê jiyana xwe ji dest da xwest û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfayê kir û diyar kir, "Daxuyanî û polîtîkaya hundir û derve ya desthilatdariyê ya dijminatiya li gelê Kurd, encameke wiha diafirîne. Sedema mirina karkerekî Kurd li Afyonê gotinên nefretê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye, xemsariya li pêşberî vê mijarê ye. Êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan tên kirin encameke polîtîkaya desthilatdariyê ya bêezahiştinê ye."

HDP'ê diyar kir ku wê bûyera li Afyonê bişopînin û nehêlin ku kesên ku êrişên nijadperestiyê li dijî Kurdan dikin bêceza bên hiştin.