HDP: Em bi gelê Loristanê re ne
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ji ber lehiya li Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew bi gelê Loristanê re ne.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ji ber lehiya li Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew bi gelê Loristanê re ne.
Daxuyaniya HDP’ê ya derbarê lehiyê wisa ye:
“Li Eyaleta Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber lehiyê tê diyarkirin ku herî kêm 70 kes mirine û 768 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan gelek gund û bajar di bin avê de mane.
Vê kareseta lehiyê rê li ber trajediyên mezin vekiriye. Li gelek gundan ava vexwarinê tune û nexweşî zêdetir bûne. Ji ber vê jî divê ji bo herêmê bernameyeke alîkariya mirovî ya navneteweyî were destpêkirin.
Em HDP diyar kirin ku, ji bo birînên ji ber lehiyê werin pêçandin em ji alîkariyê re amade ne. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku em ji alîkarî û hevkariyê re amade ne.”