HDP'ê xwest doza tazmînatê li Erdogan bê vekirin

Ji ber heqaret li Hevserokê Giştî Demîrtaş kir, HDP'ê xwest doza tazmînatê li Erdogan bê vekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya HDP'ê de wiha hate gotin, "Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, roja 8'ê Tîrmeha 2017'an li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di dema daxuyaniya civîna G20 de têkildarî Hevserokê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş axivî. Ji ber gotinên li dijî Hevserokê me Demîrtaş bi kar anî, serî li Dadgeriya Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Nobedar a Amedê hatiye dayin, ji bo doza tazmînatê ya manewî li Erdogan bê vekirin."

Di daxwaznameya gilîkirinê de, ji bo her hilbijêrekî di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2017'an de dengê xwe daye HDP'ê qurişek ji Erdogan tê xwestin. Bi giştî 60.584.89 TL tazmînat ji Erdogan tê xwestin.