HDP'ê wê li ser Tifaqa Kurdan deklarasyonekê biweşîne

HDP'ê ragihand ku wê li ser Tifaqa Kurdan li Amedê deklarasyonekê biweşîne. HDP'ê ji bo civîna 23'ê Gulanê bang li hemû rêxistinên Kurdan kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê deklarasyona xwe ya li ser Tifaqa Kurdan roja 23'ê Gulanê li Amedê eşkere bike.

HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ligel civandina li hev a hêzên mûxalîf ên demokratîk, perspektîfa yekîtiya neteweyî jî stratejiya wan a bingehîn e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev tifaq tê wateya zemîneke hevpar a têkoşîna xetên siyasî, bawerî û nêrînên cuda ya ji bo çareseriya meseleya Kurd û afirandina statuya Kurdan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku karê ji bo vê tifaqê tê kirin gihîştiye astekê û hate gotin, "Hevdîtin û nîqaşên di vê çarçoveyê de hatin kirin erênî derbas bûn. Li dijî polîtîkayên înkarê yên desthilatdariyê, biryardariya ji bo liv û tevgera li ser bingeha ruhê yekîtiyê ya rêxistinên civakî yên sivîl, komên baweriyan û rêxistinên siyasî derkete holê. Di vê demê de ku êrîşên giran û bi rêk û pêk li dijî hebûna Kurdan tên kirin, kî li derveyî vî ruhê yekîtiyê bimîne, wê bikeve bin gunehekî dîrokî."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HDP ji bo çareseriya meseleya Kurd yek ji partiyên xwedî tecrûbe ye û hate gotin, "Meseleya Kurd bi rengekî xweser girîng dibîne. Pê bawer e ku heta ev pirsgirêk çareser nebe, pirsgirêka demokrasiyê çareser nabe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li derveyî Danezana Hilbijartinê ya 2018'an ku 14'ê Gulanê hate eşkerekirin, li ser mijarê danezaneke cuda hatiye amadekirin û hate gotin, "Ev danezana ku demeke li ser kar tê kirin, wê 23'ê Gulanê saet 11'an li avahiya partiya me ya bajarê Amedê ji aliyê Hevseroka me Pervîn Bûldan ve bê eşkerekirin."

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurd kir ku tevlî vê civînê bibin û destekê bidin deklarasyonê.