HDP'ê û KCDK-E'yê Paskalya pîroz kirin
Partî û saziyan Paskalya pîroz kirin û bal kişandina ser giringiya piştevaniyê ya van deman.
Partî û saziyan Paskalya pîroz kirin û bal kişandina ser giringiya piştevaniyê ya van deman.
HDP'ê û KCDK-E'yê Cejna Paskalyayê ya civaka Xiristiyan pîroz kirin, li dijî pandemiyê peyama piştevaniyê dan.
HDP: BI PIŞTEVANIYÊ EM DIKARIN HEQ JI VAN ROJAN DERKEVIN
Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê di peyama xwe de got, ''Van roja ku bêyî cihêtiya dîn, ziman, baweriyê hemû cîhan li dijî hêla vîrûsa koronayê têdikoşe, encex bi piştevaniyê em dikarin heq ji vê nexweşiyê derkevin. Em Cejna Paskalyayê ya hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan bi dil û can pîroz dikin.''
KCDK-E'YÊ BANGA KIR KU DESTKÊ BIDIN KEDKARÊN TENDIRISTIYÊ
KCDK-E'yê jî di daxuyaniya xwe de bal kişande ser gefa vîrûsa koronayê, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji beriya niha encamên ji ber krîza pergalî yên pergalên wiha danie holê, li dijî talokeyê mezin banga têkoşîna rêxistinî kiriye.
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê Cejna Paskalyayê li kedkarên tendiristiyê pîroz kir û got, 13'ê Nîsanê li ser navê saziyên wan divê serdena kedkarên tendiristiyê were kirin, diyariyên sembolîk bidin wan.
KCDK-E'yê her wiha got kampanyaya çêkirina maskeyan ku navendên wan ên li Berlîn, Parîs, Londra û Kolnê rêxistiniya vê kirine, bi qasî hêza xwe rêxistiniya hemû maseyên krîzên yên xwecih bike.