Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

HDP’ê serdana esnafan kir: Pirsgirêk desthilat e

Şandeya HDP’ê ya Mêrsînê di çarçoveya çalakiyên ‘Hevdîtina nan û kar’ de serdana esnafan kir. Esnafan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP’ê yên dikin dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21’ê Çileyê de li Amedê starta “Hevdîtinên Nan û Kar” dabû. Hevdîtin piştî Îzmîr û Wanê li Mêrsînê didomin.

Şandeya HDP’ê li Mêrsînê jî dest bi hevdîtinên sê rojan kir. Şandeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar Nacî Sonmez, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Samet Menguç, Parlmenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Ridvan Tûran pêk dihat serdana esnafên Hala Sebze û Fêkiyan a Tarsûsê kirin.

Serokê Komeleya Halê Alî Îlk û rêveberan şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. 

Serokê Komeleyê Alî Îlk di hevdîtinê de axivî û destnîşan kir ku pirsgirêk ne di esnafan de ye û ew pirsgirêkê di desthilatê de dibînin. 

Piştre Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan axivî û qala aboriya Tirkiyê kir. 

Esnafên beşdarî hevdîtinê bûn jî destnîşan kirin ku esnafên halê û cotkar tu tiştekî qezenc nakin û gilî û gazin û pirsgirêkên wan rûbirû dihêle vegotin. 

Şandeya HDP’ê piştî serdana esnafan derbasî avahiya partiya xwe ya Tarsûsê bû.