HDP’ê rojnameya Akşam derewand

HDP’ê rojnameya Akşam derewand

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, têkildarî nûçeya ku rojnameya Akşam der barê Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê û Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel de tekzîbek weşand.  HDP’ê got ku nûçeya rojnameya Akşam a “Tuncel hat, Dîlok tevlihev bû” xwedî îdîayên derveyî rastiyan e û Tuncel aşkera hedef hatiye nîşandan.

Desteya Rêveber a Navendê ya HDP’ê, diyar kir rojnameya Akşam di nûçeya xwe ya îro de Parlamentera Stenbolê û Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel hedef hatiye nîşan daye.

Desteya Rêveber a Navendê ya HDP’ê  diyar kir ku di nûçeya mijara gotinê de tê îdîakirin ku beriya bûyerên Dîlokê ku 4 kesan jiyana xwe ji destda bi du rojan Birêz Tuncel hatiye bajêr, hin hevdîtin kirine û paşê bajêr tevlıhev bûye. HDP’ê got: “Hatiye xwestin ku parlamentera me wek berpirsiyara bûyeran e were nîşandan.”

HDP’ê di daxuyaniya xwe de agahiyên rast anî ziman û wiha hate gotin: “Birêz Tuncel di 7’ê Cotmehê de ji bo beşdarî daxuyaniya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bibe heman rojê saet di 12:25’de bi balafirê ji Enqereyê ber bi Dîlokê ketiye rê û saet di derûdora 13.30’an de ji balafirgeha Dîlokê bi rêya bejayiyê çûye Pirsûsê. Li Dilokê tu hevdîtin û têkîliyên wê çênebûne. Parlamentera me ji ber ku bajarê herî nêzîk ê Pirsûsê ye Dîlok tercih kiriye. Parlamentera me beşdarî daxuyaniya saet di 15:00’an de bûye û piştre tevlî weşana zindî ya ÎMC TV ê bûye. Wekî îdîayên di nûçeyê de pêkanîna hevdîtinan bi tevahî xeyal in û propagandaya qirêj a yekîneyên emniyetê ne. Parlamenterê AKP’ê Mehmet Erdogan ê di heman meclîsê wekîl e bêyî piştrast bike bi awayekî zanebûn gotiye Tuncel hatiye bajar û bajar tevlihev bûye û bi vî rengî bi awayekî aşkera derew kiriye. Parlamenterê AKP’ê û Rojnameya Akşamê wekîla me kiriye hedefa nîjadperestan û hêzên tarî. Em bang li parlamenterê AKP û rojnameya Akşamê dikin ku vê îd3ıaya xwe îspat bikin. Heke îdîayên xwe nikarîbin îspat bikin mufterî ne."

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wê Tuncel pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin û wiha hat gotin, “Ji her bûyera ku bê serê parlamentera me Rêveberiya Rojnameya Akşam, Parlamenterê Dîlokê yê AKP’ê Mehmet Erdogan û hikûmeta  AKP’ê ku wê berpirsiyar be û em vê aşkera ji raya giştî re îlan dikin.”