HDP'ê qetilkirina hêstiran xist rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, qetilkirina hêstiran li Roboskî ji aliyê leşkerên Tirk ve, xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, qetilkirina hêstiran li Roboskî ji aliyê leşkerên Tirk ve, xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, qetilkirina hêstiran li Roboskî ji aliyê leşkerên Tirk ve, xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê qetilkirina hêstiran li Roboskî ji aliyê leşkerên Tirk ve pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir.
Sariyildiz ji wezîr Ozturk xwest bersiva van pirsan bide:
"Di rewşeke ku hînê êşên qetilkirina 34 canên Roboskî yên ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin kuştin teze de, gelo qetilkirina hêstirên ku gundiyên Roboskî ji bo debara xwe bikar tînin, ne binpêkirina mafên heywanane?
Li Qilabanê, di hêstirên ku Midûriyeta Heywankarî û Çandiniyê ya Bajêr daxwaza qetilkirina wan kir de, kîjan nexweşî hatine qeydkirin? Li ser hêstirên hatine kuştin, ti lêkolîn hatiye kirin? Di encama lêkolînan de nexweşî hatin tespîtkirin? Eger nexweşî nehatibe tespîtkirin, li gorî kîjan qanûnê hêstirên di debara mirovên li herêmê de xwedî cihekî girîng e, hatin qetilkirin?
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê yên gelê Roboskî ku her cara di sînor re derbas dibe li rîska mirinê rast tê, gelo hikûmeta we ti gavek avêtiye?
Ya ku berê mirovan tevî rîska mirinê dide sînor, gelo ne polîtîkayên şaş ên hikûmeta we ye?
Tevî ku di laşê hêstiran de şopa fîşekan hat dîtin, gelo rast e ku Waliyê Şirnexê gotiye hêstiran xwe întixar kirine? Der heqê Waliyê Şirnexê yê raya giştî dixapîne û agahiyên şaş dide de, ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?
Di dîmenên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya 14'ê Nîsana 2015'an de tê dîtin ku 30 leşker guleyan li hêstirekê direşînin. Gelo der heqê vê bûyerê de lêpirsînek hatiye destpêkirin?"