Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken "Pêşniyara Qanûna Muzakereyê ya ji bo Avakirina Aştiya Civakî" pêşkêşî Meclîsê kirin.
Di beşa sedemê ya pêşniyar qanûnê de bal hat kişandin ser 'pêvajoya aştiyê' û hat gotin, "Pêvajoya aştiyê, navê pêvajoya rêya bi muzakereyan bidawîkirina şîdetê ye, ku pêwîstiya xwe dibe ku bi navbeynkariya kesên sêyemîn hebe. Pêvajoya aştiyê navê serpêhatiya carna bi pêş ve diçe, carna li paş dimîne, ye. Pêvajoyên aştiyê yên bi diyalogê destpê kirine; bi avakirina baweriya ji hev re derbasî asta muzakereyê dibin û eger hemû astengî û provokasyon ji holê bên rakirin û muzakere bi demê re werin kûrkirin, vediguhere çareseriyeke dawî."
'GELEKÎ GIRÎNG E XEBATÊN BIRÊZ OCALAN WERIN KÛRKIRIN'
Di pêşniyar qanûnê de mînakên cîhanê yên vê pêvajoyê hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de sermuzakerevan e.
Di dewama sedema pêşniyar qanûnê de hat gotin, "Gelekî girîng e ku ev xebatên sermuzakerevan Birêz Abdullah Ocalan werin kûrkirin, di vî warî de derfet werin afirandin. Li aliyê din, ji bo ev aştiya civakî ji hesabên deng û berjewendiyên desthilatdariya heyî re neyê hiştin, ji ber ku pêvajoyeke tevahiya civakê eleqedar dike, sermuzakerevanê aliyê din jî hikûmeta Komara Tirkiyeyê ye."
METNA PÊŞNIYAR QANÛNÊ
Pêşniyara Qanûna Muzakereyê ya ji bo Avakirina Aştiya Civakî ya ji aliyê HDP'ê ve hat amadekirin bi vî rengî ye:
"Armanc, pênase û çarçove
Xal 1- Armanca qanûnê; Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a bi muzakereyê, li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêkhatina azadiyan dinirxîne.
Xal 2- Di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de yên bi rola sermuzakerevaniyê rabin Abdullah OCALAN ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, ne.
Xal 3- Bi li hevkirina sermuzakerevanan re, Heyetek Şopandinê ya herî kêm ji 20 kesan ku ji di qada siyasetê û çareseriyên pirsgirêkên şer de pispor in, rûspiyên civakî û baweriyan, kesên li saziyên sivîl wezîfe kirine yan jî wezîfe dikin, tê avakirin.
Wezîfe û Erk
Xal 4- Eger aliyên sermuzakerevan pêwîstiyê pê bibînin; Bi aliyên siyasî û civakî re, bi saziyên sivîlên civakî yên sivîl, saziyên li qada mafên mirovan û hiqûqê dixebitin, bi zaynarên li qadên pêwendîdar xebat meşandine, bi estîtuyan, bi rayedarên saziyên cemaweriyê, saziyên navneteweyî û heyetên dewletên biyanî re di nava demên bên diyarkirin de hevdîtinê dikin.
Xal 5- (1) hevdîtinên ji aliyê sermuzakerevanan ve bên kirin, rewşên awarte yê ji aliyê destûra bingehîn ve hatine pênasekirin jî di nav de bi ti awayî nabe bên astengkirin.
(2) Rûniştinên hevdîtinan ne zêdeyî panzdeh (15) rojên kar, di demên ji aliyê sermuzakerevanan ve hatiye diyarkirin, tên kirin.
Xal 6- (1) Heyeta Şopandinê rûniştinên di navbera sermuzakerevanan de dişopîne, mijarên di encama rûniştinê de li ser li hev hatine kirin qeyd dike û tevî îmzeyên aliyan, ew jî mora xwe datîne binî.
(2) Heyeta Şopandinê di pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên nayên hêvîkirin de, di navbera sermuzakerevanan, derdorên civakî û siyasî de de navbeynkariyê dike.
(3) Ji ber rola hêsankirinê ya Heyeta şopandinê, pêşniyarên li Sermuzakerevanan bike, ji bo aliyan ne girêder in.
(4) Heyeta Şopandinê, bi biryara hevpar a aliyan re kontrol dike bê aliyên sermuzakereyê li gorî peymanên hatine morkirin tevdigerin an na.
(5) Aliyên sermuzakereyan, ji bo wezîfeya kontrolê ya Heyeta Şopandinê, derfetên pêwîst diafirînin.
Mercên Aliyên Sermuzakerevaniyê
Xal 7- Ji bo her Sermuzakerevan xebatên xwe bimeşînin û koordîne bikin, Ofîsa Aştiyê tê avakirin.
Xal 8- (1) Ji bo hêsankirina xebatên xwe her aliyên Sermuzakerevaniyê, Heyetek Sekreterya ya ji 10 kesan a alî bi xwe diyar bike, tê wezîfedarkirin.
(2) Aliyên Sermuzakerevaniyê xwedî wî mafî ne ku pêwîstî pê bibîne dikarin hejmara Heyeta Sekreterya ya ji deh (10) kesan kêm bike yan zêde bike.
Xal 9- (1) Aliyên Sermuzakerevaniyê ji bo xebatên hev hêsan bikin, Heyeta Şêwirmendiyê ya ji 10 kesan a ji aliyê wan ve were diyarkirin, wezîfedar dikin.
(2) Li gorî pêwîstiyan eger Aliyên Sermuzakerevaniyê pêwîstiyê pê bibînin dikarin hejmara endamên Heyeta Şêwirmendiyê ya ji deh (10) kesan kêm an jî zêde bikin.
Xal 10- Ji bo hêsankirina xebatên aliyên Sermuzakerevaniyê, ji bo Heyetên Şêwirmendî û Sekreteryayê yên di Xala 7 û Xala 8'an de hatine destnîşankirin, mercên pêwîst ên xebatê tên afirandin.
Zelalî
Xal 11- (1) Hemû xebat û hevdîtinên Aliyên Sermuzakerevaniyê, li gorî şeklê di Xala 6'an de hatiye diyarkirin, tên qeydkirin û îmzekirin.
(2) Kesên ji aliyê Sermuzakerevanan ve weke nûner hatine diyarkirin, her panzdeh (15) rojan carekê, di çarçoveya pîvana zelaliyê de, bi rêya navgînên çapemenî û weşanê raya giştî agahdar dikin.
(3) Der barê hemû hevdîtinên navbera Aliyên Sermuzakerevaniyê û hemû qonaxan de, hemû partiyên siyasî yên li Meclîsê xwedî koman e, her panzdeh (15) rojan carekê ji aliyê nûnerên Sermuzakerevanan diyar kirine ve, tên agahdarkirin.
Xalên din
Xal 12- (1) Di çarçoveya vê qanûnê de ji bo wezîfe û karên bi cih werin anîn, ji budçeya Serokwezaretiyê budçeyeke têrê dike tê veqetandin.
(2) Budçeya ji Heyetên Şêwirmendî Sekreteryayê yên di Xala 8. û Xala 9. de hatine diyarkirin, bi rêvebernameyê tê diyarkirin.
Xal 13- Hemû kesên di çarçoveya vê qanûnê de tevdigerin û dixebitin, ji ber wezîfeyên xwe yên kirine, ji aliyê hiqûqî, îdarî yan jî cezaî ve ne berpirsyar in.
MERIYET
Xal 14- Ev qanûn di roja hatiye weşandin de dikeve meriyetê.
RÊVEBIRIN
Xal 15- Ev qanûn ji aliyê Desteya Wezîran ve tê birêvebirin.
SEDEMA XALAN
Xal 1- Çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muzakereyê, destnîşan dike.
Xal 2- Aliyên Sermuzakerevaniyê yên ji bo aştiya civakî muzakereyê dimeşîne, diyar dike.
Xal 3- Diyar dike ku pêvajoya muzakereyê ji aliyê kê ve û bi kîjan rêbazan tê şopandin.
Xal 4- Kes û derdorên civakî yên di çarçoveya çareseriya demokratîk a muzakereyên bi Sermuzakerevan re hevdîtinê bikin, diyar dike.
Xal 5- Bername û şertên hevdîtinên navbera Sermuzakerevanan diyar dike.
Xal 6- Wezîfe, erk, xebat û fonksiyona Heyeta Şopandinê diyar dike.
Xal 7- Sererastkirinên xebata Aliyên Sermuzakerevaniyê diyar dike.
Xal 8- Heyeta Sekreterya diyar dike.
Xal 8- Heyeta Şêwirmendiyê diyar dike.
Xal 10- Xebatên Heyeta Sekreterya û Heyeta Şêwirmendiyê diyar dike.
Xal 11- Qeydkirin û rûniştinên navbera aliyên Sermuzakerevanan û pêvajoyên îmzekirina peymanan diyar dike. Di çarçoveya pîvana zelaliyê de rê û rêbazên agahdarkirina raya giştî û Meclîsê diayr dike.
Xal 12- Budçe û çavkaniyên malî diyar dike.
Xal 13- Kar û hewldanên cezayî yên di çarçoveya vê qanûnê de destnîşan dike.
Xal 14- Xala Meriyetê ye.
Xal 15- Xala Rêvebirinê ye."