HDP'ê li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir
HDP'ê li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku dewletê êrîşî sivîlan kiriye, gel li ber xwe daye û hat xwestin ku tavilê agirbest bê îlankirin.
HDP'ê li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku dewletê êrîşî sivîlan kiriye, gel li ber xwe daye û hat xwestin ku tavilê agirbest bê îlankirin.
HDP'ê li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku dewletê êrîşî sivîlan kiriye, gel li ber xwe daye û hat xwestin ku tavilê agirbest bê îlankirin.
Heyeta Lêkolînkirina Bûyerên li Geverê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê encamên lêkolînên xwe yên li ser terora dewletê de raporek amade kir.
Heyeta ji parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, parlamenterên Wanê Adem Geverî, Tûgba Hezer, parlamenterê Agirî Mehmet Emîn Îlhan, endamê Meclîsa Partiyê Celalettîn Can, çavdêrî û lêkolînên xwe yên 27-28 û 30'ê Tebaxê yên li Colemêrg û Geverê kir raporek.
'ÊRÎŞA DEWLETÊ BÛ SEDEM KU CIWAN XWE BIPARÊZIN'
Di raporê de bal hat kişandin ser heqaretên hêzên ewlekariyê yên dewletê li gel dikir û hat gotin, "Dirêjkirina karkerên Kurd bi awayekî rûmetşikandinê li erdê, heqaret û îşkenceya li wan, bûn sedem ku gel, bi taybetî jî ciwan xwe biparêzin."
Di raporê de hat ragihandin ku li taxên Kişla, Orman, Mezarlik û Cûmhûriyetê bi ciwanên xendek kolandine û parastina xwe dikin re hevdîtin hatiye kirin û hat destnîşankirin ku ciwan dibêjin, "Armanca me; xweparastina ji êrîş, girtin û pêkanînên îşkenceyê yên hikûmeta AKP'ê ye".
Heyeta HDP'ê da zanîn ku di encama êrîşên hêzên dewletê de bavê sê zarokan Fettan Es (terzî), Yakûp Babat, Alî Kaval û 2 kesên nasnameya wan nehatine diyarkirin jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûne.
ENCAM Û DAXWAZ
Li dû vegotina detayên êrîşên dewletê yên li Geverê, di beşa encamê ya raporê de hat destnîşankirin ku divê tavilê agirbest were ragihandin, pêvajoya diyalog û çareseriyê were zindîkirin/destpêkirin û ev xal hat destnîşankirin:
"Ya ku me li Gever û Colemêrgê dît, ya ku me ji bûyerên li Şemzînan, Farqîn, Silopiya, Hênê, Karaz, Lice, Cizîr, Gimgim û Dêrsimê fêm kir, welat di nava meyleke çûyîna ber bi kaosê de ye.
Polîsên tevgera taybet û komandoyên Bolû û Kayseriyê divê tavilê û bi lezgînî xwe vekişînin. Ev hêzên ku bi bêberpirsyarî, tund, zext û rêbazên îşkenceyê nêzî hevneşopî, jiyan û nirxên gel dibin, ya herî bi xêr vekişandina wan e.
Pêwîste der barê bûyeran de tavilê lêpirsîn were destpêkirin, rêyek bê dîtin ku birînên gel bi hesta edaletê werin pêçandin. Divê zerara malbatên malên wan xisar dîtine bên tanzîmkirin. Divê der heqê polîsan, Tumena Efeler û fermandarên Qereqola Jendermeyan a Kamişli lêpirsîn bê vekirin.
Herêmên ku di asteke bilind de deng ji HDP'ê re hatiye dayîn weke 'herêmên ewle yên taybet' hatine îlankirin. Hikûmet bi hesabên hilbijartinê van herêman weke 'herêma terorê' dibîne û bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî gel dibe.
Hêzên dewlet û hikûmetê 'hêzeke gelekî zêde' bi kar tînin.
Niha li Gever û navenda Colemêrgê bûyer sekinîne. Lê belê ji ber ku pirsgirêk nehatiye çareserkirin, kes nizane wê kengî çi biqewime.
Bûyerên qewimîne nîşan didin ku bersivnedayîna li daxwaza xwerêveberiyê ya gel û bikaranîna rêbaza şîdetê çareserî nîne: Çareserî qebûlkirina daxwaza xwerêveberiyê ye, ji holê rakirina rêbazên zext û şîdetê, pejirandina aştî, azadî û demokrasiyê ye."