HDP’ê li ser 10’ê Kanûnê daxuyaniyek da

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û her wiha Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran ji ber 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan daxuyaniyek da.

Başaran got, ‘mirov bi mafên xwe mirov e’ û diyar kir di serdemeke wiha de ne ku Heftiya Mafê Mirovan a 10’ê Kanûnê û mafê mirovan ên gerdûnî têne binpêkirin û di ser guh re têne avêtin. Başaran diyar Rewşa Awarte û rejîma BHQ’yan ku desthilatdariya AKP’ê ji bo serweriya xwe bi rikdarî didomîne bi serê xwe binpêkirina mafê mirovan e û domandina wê tê maneya binpêkirina mafê mirovan.

Başaran diyar kir ku rejîma AKP-Qesrê Beyannameya Mavê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku îmzeya Tirkiyê jî li ser heye û her wiha Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê her gav binpê dike.

Başaran bal kişande ser operasyonên siyasî ya li ser HDP’ê, girtina Hevserok, wekîl, şaredar, rêveberên partiyê, qeyûman, bi wesayitên zirxî kuştina zarokên Kurd ên li Kurdistanê û îxrackirina bi sed hezaran mirovî ya bêyî hikmekî, êşkenceya li girtîgehan û got nayê qebûlkirina ev desthilatdariya ku van polîtikiyan dike Heftiya Mafê Mirovan pîroz bike.

Başaran diyar kir ku mirov bi mafên xwe mirov in, bi mafê jiyanê, aştiyê û berxwedanê ya li dijî neheqiyan mirov rûmeta xwe diparêzin û got, ‘’Em HDP li her hêla welêt heta ku hemû welatiyên me bi rengekî wekhev û dadmend bigihijin heqê xwe em ê têkoşînê bidomînin. Ji bo ku gelên Tirkiyê, bi heysiyet û mafên xwe bi rengekî mirovî bijîn û bixebitin bi biryardarî em ê têkoşînê bidomînin.’’