HDP’ê li gelek navendan buroyên hilbijartinê bi girseyî vekirin

HDP li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê buroyên hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyan ên weke mîtîngê derbas bûn de hate gotin ku her dengê biçe ji bo AKP’ê wê ji bo MHP’ê û şer biçe.

Her ku nêzî hilbijartinê dibe Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi gel re dicive. Li Wan, Erzirom, Mêrdîn, Enqere, Êlih û Şirnexê buroyên hilbijartinê hatin vekirin, li aliyê din kolan bi kolan serdana gel û esnafan tê kirin.

WAN

Gel eleqeyek mezin nîşanî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dike. Her cihê ku rêveberên HDP’ê û DBP’ê diçinê, bi konvoy, çepik û tilîliyan tê pêşwazîkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê meşek bi erebaneyan lidar xist. Piştre jî Hevseroka HDP’ê ya bajar Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê ya bajar Ayla Tarhan û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de li Sûka Rûs û Ewropa bi gel re civiyan.

Hevseroka HDP’ê ya bajar Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê ya bajar Ayla Tarhan, Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, endamên PM ên HDP û DBP’ê, Aktivîstên TJA, Dayikên Aştiyê piştre tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Îpekyolûyê bûn. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan ê di vekirina buroyê de axivî, anî ziman ku rêya HDP’ê rêya herî vekirî û rast e. Atalan got: “Dîmenên li vir vê rastiyê ji bo me diyar dike. wê têkoşîna me li dijî zilm û qirkirinê dom bike.”

Piştî axaftinan buro hate vekirin. Gel li ber dihol û zirneyan govend gerandin.

ERZIROM

Li Erziromê jî li taxa Mahallebaşiyê ya ku piranî Kurd lê dijîn buroya hilbijartinê hate vekirin. Buroya ku gelek kes tevlî bû de Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Adem Gever axivî û anî ziman ku divê Erzirom serkeftina ku 7’ê Hezîranê bidest xistî divê dîsa bi dest bixe û got: “Divê xebatên çawa li navçeyan tê kirin, divê bi heman şêweyî li navenda bajar jî bê kirin. Divê gelê me di wê hêvî û baweriyê de be bi berxwedanê wê serketinê mezin bi xwe re bîne.”

Piştî axaftinan û şûnde buro bi çepik û tilîliyan hate vekirin.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Mêrdînê li navçeya Kerboran serdana esnafan kirin û yekem buroya hilbijartinê hate vekirin. Gelek kesên ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bûn, li gel Parlemterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Aydiyeman destpêkê çûn serdana esnafan. Esnaf û welatiyan bi coş û çepikan heyeta HDP’ê pêşwazî kirin û demekê sobhet li gel esnafan hate kirin. Di dema serdanê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî HDP’ qîr kirin.

Piştî vekirina buroyê û şûnde gel bi dirûşman govend gerandin.

ENQERE

Destek û eleqeya standa HDP’ê ya li Kolana Kûnur a li Kizilkaya ya Enqereyê hatibû danîn, zêde dibe. Li standê li gel wêneyê namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li girtîgehê û li gel muzîka HDP’ê goved tê gerandin.

Li standê dirûşmê “Demîrtaş li hundire, dengê wî li gel e” hate qîrkirin. Aktivîte bi coşeke mezin dewam dike.

ÊLIH

Li Şaredariya Bekirhan a HDP’ê ya navçeya Hezo ya Êlihê jî buroya hilbijatinê hate vekirin. Welatiyên li naveda bajar kom bûn, bi konvoyeke wesayîtan a bi dehan ber bi navçeya Hezo yê ve ketin rê. Li Şaredariya Bekirhan a Hezoyê Parlementerê HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Berdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Êlihê Derya Aslan, Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik, Dayikên Aştiyê, bernamzetên HDP’ê HDP’yî tevlî aktivîteyê bûn. Li navan navçeyê dirûşmên “Bijî HDP” bilind bûn.

 Di vekirina buroyê de dîmenên balkêş derketin. Li vir Bedîa Ozgukçe Ertan a HDP’yî axivî û got: “Yên ku her roj dixwazin me tine bikin, em ê bersiva herî pêwîst di hilbijartinê de bidin wan. Her cihê me diçinê bi coş û xurûş tên pêşwazîkirin. Divê em biçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin.”

Piştî vekirina buroyê heyta HDP’ê berê xwe dan Gundê Bacak çûn serdana konê sersaxiyê, piştre jî berê xwe dan Taxa Îpragaz a Êlihê sersaxî ji malbata Gerîlayê HPG’ê Ronî Bîlîr.

ŞIRNEX

Gelek welatiyên li gel Parlementerê HDP’ê yê Amedê Feleknas Ûca di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya cizîr serdana esnafan kirin. Welatiyên ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê hatin ba hev çûn serdana esnafan. Heyeta HDP’ê ji aliyê gel û esnafan ve bi germ hate pêşwazîkirin, diyar kirin ku wê gelê Cizîrê xwedî li vîna xwe derkeve.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li pêşiya sûka semtê ya Yûnûs Emre ya girêdayî navçeya Karabaglarê stand vekirin. Li standa hilbijartinê li gel Selahattîn Demîrtaş û “Bi te tê guhertin” buruşur hatin guhertin. Li gel rêveberên HDP’ê Parlementerê HDP’ê Ziya Pîr li standê belavok li esnafan kirin.