HDP'ê li dijî kuştina nîjatperest destek da çalakgeran

HDP'ê li dijî kuştina nîjatperest a DYE'yê daxuyanî da û got,''Em hilma ku sihayî nikarin bistînin ji vir hîs dikin, heta dawî mafê wan ê jiyana azad destek dikin.''

Komîsyona Karê Derve ya HDP'ê derbarê kuştina nîjatperest a li DYE'yê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de kuştina bi nîjatperestî ya li Mînneapolîsê ya DYE'yê, ya bi destê polîsan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li welatekî ku dibêje ew lîderê cîhana azad e, polîsên bi unîforma ji ber rengê çermê mirovan li naverasta kuçeyan bi rengekî bêdilrehmî dikujin.''

HDP'ê bi bîr xist ku tundiya polîsan û nîjatperestî ne tenê li Emerîkayê, her wiha li Tİrkiyê jî heye, li gelek welatên cîhanê li şûna dewleta hiqûqê dewleta polîsan tê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li DYE'yê, di serî de teşkîlata polîsan ku nîjatperestiya sîstematîk lê serdest e, hemû bûrokrasiya dewletê ku nîjatperestî û cihêkarî lê sazûmanî bûye û hemû siyasî ji kuştina Geogre Floyd berpirs in. Ev kuştin ne şaşî, ne awarte ye, derbûneke kirêt a nîjatperestiya avanî û sazûmanî ye.''

Herî dawî wiha hate gotin: Em 'hilma ku sihayî nikarin bistînin' ji vir hîs dikin, heta dawî mafê wan ê jiyana azad destek dikin.''
'