HDP'ê ji Bozdag re got: Hûn dixwazin Sariyildiz bidin kuştin?

Demîrel û Balûken sûîqesta li hemberî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr xistin û gotin, "Gelo hûn dixwazin heman aqûbetê bînin serê Birêz Sariyildiz?"

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Edaletê yên ku Sariyildiz hedef nîşan didin dan, sûîqesta Tahîr Elçî bibîr xistin û gotin, "Gelo hûn dixwazin heman aqûbetê bînin serê Birêz Sariyildiz?"

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken, nerazîbûn nîşanî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag dan, ku parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hedef nîşan da.

Bozdag di daxuyaniya xwe ya duh de bi gotina "Faysal Sariyildiz alîkariyê dide terorîstan" bi awayekî vekirî Sariyildiz hedef nîşan dabû.

Demîrel û Balûken bi daxuyaniyeke nivîskî gotin, "Bekîr Bozdag bi awayekî vekirî ji tektîkkêşan re îxbara Birêz Sariyildiz dike."

Demîrel û Balûken sûîqesta  li hemberî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr xistin û gotin, "Gelo hûn dixwazin heman aqûbetê bînin serê Birêz Sariyildiz?"

Cîgirên Serokê HDP'ê dan xuyakirin, ku sedema vê helwesta êrîşkar a li dijî Sariyildiz, şahîdiya Sariyildiz a ji komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin e û gotin, "Ji xwe komek welatî ku Birêz Sariyildiz jî di nav de bû, ji bo wergirtina birîndaran û rakirina cenazeyan, dema ket nava tevgerê rastî gulereşandina polîsên tevgera taybet hat û du welatiyên me ji ber vê gulereşandinê hatin qetilkirin."

Demîrel û Balûken gotin, "AKP naxwaze ti ji şahidên wehşetê bimînin" û destnîşan kirin, ku çavkaniya vê hêrs, derew û propaganda reş, ev rastî ye.

Demîrel û Balûken dan xuyakirin, ku eger êrîşeke biçûk jî li hemberî Sariyildiz bê kirin, berpirsyarê vê hikûmeta AKP'ê ye û gotin, "Em dixwazin ji tevahiya raya giştî û gelên Tirkiyeyê re careke din ragihînin, ku Birêz Sariyildiz jî di nav de hemû parlamenterên me wê di têkoşîna mafdar a gelên me de bêyî tawîzeke bi tenê bidin, li ber xwe bidin."