HDP’ê ji bo Tetwanê serî li YSK’ê da
HDP’ê ji bo Tetwanê ya bi 275 dengan AKP li pêş e, piştî redkirina Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar a 2 hezar û 276 dengên hatibûn betalkirin û şûnde serî li YSK’yê da.
HDP’ê ji bo Tetwanê ya bi 275 dengan AKP li pêş e, piştî redkirina Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar a 2 hezar û 276 dengên hatibûn betalkirin û şûnde serî li YSK’yê da.
Li gorî encamên ne fermî yên li navçey Tetwan a Bedlîlsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 15 hezar û 330 deng, AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng bidest xistibû. HDP a ji bo 2 hezar û 276 dengên hatibûn betalkirin ji nû ve bên hejmartin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar dabû. Li ser redkrina îtirazê HDP’ê vê carê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.
Li bendê ye ku di nava 2 rojan de YSK biryarekê bide.