HDP'ê ji bo Penahî name ji Sefîrê Îranê re şand

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî ku gefa îdamê li ser heye, nameyek ji Sefîrê Bilind ê Îranê re nivîsîn.

Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji bo aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Huseyîn Penahî ku cezayê îdamê lê hatiye birîn, nameyek ji Sefîrê Bilind ê Îranê Mohammed Ebrahîm Taherîan Fard re şandin.

Hevserokan di nameyê de tirs û fikarên xwe yên li ser rewşa Penahî eşkere kirin û destnîşan irin ku darizandina Penahî li pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî nayê.

Bûldan û Temellî bi navê bi milyonan Kurd û demokratên li Tirkiyeyê bang kirin ku cezayê îdamê yê li Penahî hatiye birîn tavilê bê rakirin û li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî bi rengekî adîl darizandin bê kirin. Hevserokan bang li Komara Îslamî ya Îranê kirin ji bo guh bidin vê banga wan a ji bo Penahî.

Penahî 23'ê Hezîrana 2017'an di kemîna Mûxafizên Şoreşê de bi birîndarî dîl hatibû girtin. Penahî ku ew tenê bi saxî ji êrîşê filitî, çek pê re tine bû. Behzad Nûrî, hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyîn Penahî di kemînê de hatibûn kuştin. Bi îdîaya "endametiya rêxistina Komala" cezayê îdamê li aktîvîst Penahî hatibû birîn û Dadgeha Bilind a Îranê jî destpêka meha Nîsanê biryara îdamê pejirandibû. Tirs û fikar hebûn ku Penahî hefteya destpêkê ya meha Gulanê bê îdamkirin. Lê ji ber nerazîbûna zêde, darvekirina Penahî bi rengekî demkî hatibû taloqkirin. Rayedarên Îranî ji malbata Penahî re ragihandibûn ku wê piştî cejna Remezanê bê darvekirin. Dibe ku Penahî di her kêliyê de bê darvekirin. Ji bo rakirina biryara îdamê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bang kiribûn.