HDP'ê diyar kir ku di dema AKP'ê de zêdeyî 15 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dane û got, "Ji bo mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke bê şer û bê talanê, Em ê dakevin qadan." Di daxuyaniyê de bang li AKP'ê hat kirin ku qedexeya Taksîmê rake.
Desteya Rêveber a Navenda HDP'ê, der barê 1'ê Gulanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'DI DEMA AKP'Ê DE ZÊDEYÎ 15 HEZAR KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îsal karker û kedkar wê ji febrîqeyan, zeviyan, dibistananan, malan û atolyeyan ji bo rizgariya kedê û biratiya gelan dakevin qadan. Wê daxwazên xwe yên ji bo demokrasî, azadî, aştî, wekhevî û edaletê bînin ziman" û hat ragihandin ku 129 sal piştî qezençkirina 1'ê Gulanê, karker û kedkar careke din di bin siya zext û qedexeyan de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Hat destnîşankirin ku çerxa talan û mercên xebatê yên koledariyê, her digere.
HDP'ê da xuyakirin ku di dema desthilatdariya AKP'ê de zêdeyî 15 hezar karker di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û got, "Li Soma, Torûnlar, Ermanek, Spartayê, komkujiyên karkeran rû dan. Par herî kêm 1886 canên me ji dest çûn. Şert û mercên me yên jiyan û xebatê roj bi roj xerabtir dibin. Em mehkûmî jiyaneke nerm û ne ewle dibin. Taşeronbûyîn mîna ûrekî li her aliyên me belav dibe. Ev bi vî rengî dewam nake, nabe bi vî rengî dewam bike."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo parastina azadî û mafên xwe yên demokratîk, parastina mafên rêxistinbûyîna siyasî û sendîkayî, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyeke mayînde û bi rûmet, ji bo wekheviya gelan û azadiya baweriyan û ji bo mezinkirina têkoşîna xwe ya cîhaneke bê mêtîngerî û bê şer, Em ê dakevin qadan."
HIŞYARIYA 'TAKSÎMÊ' LI AKP'Ê HAT KIRIN
HDP'ê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû û hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got, "Em bang dikin ku qedexeya li ser Taksîmê rake û derfetan derxîne holê ku 1'ê Gulanê weke cejnê were pîrozkirin."
Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li hemû kedkar û karkeran hat pîrozkirin.