HDP’ê ji bo îxlalkirina hilbijartinê lêkolîna Meclîsê xwest
HDP’ê ji bo îxlalkirina hilbijartinê lêkolîna Meclîsê xwest
HDP’ê ji bo îxlalkirina hilbijartinê lêkolîna Meclîsê xwest
Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken xwestin têkildarî îxlalkirina hilbijartinê lêkolîna Meclîsê bê destpêkirin.
Di pêşniyarnameya ji aliyê Buldan û Baluken ve ji Serokatiya Meclîsê hat pêşkeşkirin, hat diyarkirin ku sala 2014’an di hilbijartinên xwecihî û Serokkomartiyê ji derveyî nîqaşên siyasî ji ber hîle û nelirêtiyan di ‘baweriya ji hilbijartinê re’ saleke gelekî hatiye nîqaşkirin.
Di pêşniyarnameyê de hat bibîrxistin di dema li gelek cihan hilbijartin hatin betalkirin û nûkirin, li gelek cihên din jî zext çêbûne û wiha hat gotin: “Di serî de Agirî li gelek herêman nelirêtî û zor ku rû dan; di serî de Hezo, Avkevir, Çewlik, Serêkaniyê li gelek navçe û bajaran îradeya gelê me di sindoqan de nehat xuyakirin. Bêguman hileyên di hilbijartinên buhrî de ravekirina rewşeke nû ye. Lê mijarên binpêkirinên maf, xespkirina mafan ku piştî hilbijartinê tê rojevê lê mixabin rewşeke ku rastî astengiya qanûna heyî û desthilatdariyê tê.”