HDP’ê ji bo girtiya nexweş Hediye Adiyaman pirsname da
Parlamentera HDP’yî Besîme Konca, rewşa girtiya nexweş, dayika 5 zarokan Hediye Adiyaman bire Meclîsê.
Parlamentera HDP’yî Besîme Konca, rewşa girtiya nexweş, dayika 5 zarokan Hediye Adiyaman bire Meclîsê.
Parlamentera Sêrtê ya HDP’yî û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, derbarê rewşa Hediye Adiyaman, dayika 5 zarokan, ku li gel bi nexweşiya giran e jî li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tê girtin, ji bo bibersivîne pirsname da Wezîrê Dadmendiye Abdûlhamît Gul.
Konca ya HDP’yî di pirsnameyê de bersiva van pirsan xwest:
"Ji bo ku Hediye Adiyaman, ku diya 5 zarokan e û bi nexweşiya giran e, ku danişîna wê ya pêşî wê Çile ya 2018’an pêk were, ji bo ku bêyî ku girtî be were darizandin wê ti hewldanên we wê çêbibin?
Li gel ku Hediya Adiyaman bi nexweşiya giran e jî sedema ku ev saleke bêyî ku were darizandin di girtîgehê de tê hiştin çiye?
Ji bo ku tedawiya Hediya Adiyaman a ku bi nexweşiya giran e û dayika 5 zarokan e bi rengekî bi pergal were kirin wê çi tevdîr werin standin?
Li gel serlêdanên parêzeran û hevdîtinên bi girtîgehê re jî sedema astengkirin an jî taloqkirina rapora desteya tendirustiyê çiye?
Li şûna ku di bin kontrolê de bima, Hedîye Adiyam birin girtîgehê û li vir talokeya jiyanê li ser çêbû, derbarê kes û saziyên berpirs a ku Adiyaman 28’ê Hezîrana 2017’an jiyayî ti lêpirsîneke edlî û yasayî hatiye destpêkirin?
Wezareta we ji bo jiholêrakirina mexdûrbûna Hediye Adiyaman û malbata wê ti xebatê bike?
Di demên dawî de bêyî ku îdîanameya welatiyên me were amadekirin û bêyî ku wan derxînin ber dadger demeke dirêj girtî têne hiştin. Li vê rewşê jî îdîa hene ku ev binpêkirina rêgeza karîneya bêsûciyê e ye û ‘cezayê pêşîn e’. Derbarê vê Wezareta we wê ti daxuyaniyê bide raya giştî?"