HDP’ê îstîsmara zarokan bir meclîsê
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, veşartina qeydên zarokan bir meclîsê yên ku îstîsmara zayendî li wan hatiye kirin.
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, veşartina qeydên zarokan bir meclîsê yên ku îstîsmara zayendî li wan hatiye kirin.
Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş lêpirsîna lêkolînê da. Beşdaş di lêpirsînê de xwest bila zarokên ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sultan Suleyman û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bagcilarê ya Stenbolê îstîsmara zayendî li wan hatiye kirin û qeydên wan hatine veşartin,bila were eşkerekirin.
Di lêpirsîna lêkolînê de ev tişt hate diyarkirin: “Sala borî di meha Çileyê de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sultan Suleymanê derket holê ku 115 zarokên ku temenê wan di biniya 18 salî ne, ducanî ne. Piştî vê bûyerê derketibû holê ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bagcilarê ya Stenbolê jî di sala 2017’an de 392 zarokên ducanî li gorî kanûnan ji rayedaran re nehatine ragihandin.”
Beşdaş diyar kir ku ev zarokên ducanî yek jê 13 salî, 14 jê 14 salî, 36 jê 15 salî, 203 jê jî 17 salî ne.
Beşdaş xwest ku divê meclîsê berpirsyariyê werbigire û têkildarî van bûyeran li van nexweşxaneyan divê lêkolînê bike.