HDP’ê hişyariya ‘Rojiya Mirinê’ da: Nabe em bêdeng bibîn!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, têkildarî ketina Rojiya Mirinê ya girtiyan hişyariyek da û got: “Em bang li her kesê dikin; nabe ku em bêdeng bimînin.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, têkildarî ketina Rojiya Mirinê ya girtiyan hişyariyek da û got: “Em bang li her kesê dikin; nabe ku em bêdeng bimînin.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç ê hefteyek berê hat bijartin têkildarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya wê sibê dest pê bike li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
Oluç di civînê de têkidlarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê wiha axivî:
‘REWŞ KET QONAXEKA DIN A XETERNAK’
Çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û 173 roj in didome. Piştî Guven bi hezaran kes di grevê de ne û bi biryardarî didome. Em di rewşeke xeterdar de derbas dibin. 15 girtiyan ragihand ku wê li girtîgehên Bakirkoyê, Wan, Gebze û Amedê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherînin rojiya mirinê. Veguherandina rojiya mirinê ya ku girtiyên demek dirêj in di greva birçîbûnê de ne gellek xeternak e. Me di civîna xwe ya MYK’ê vê mijarê bi berfirehî nirxand. Em carek din dixwazin bala raya giştî û kesên welat birêve dibin bikişînin ser vê mijarê.
Daxwaz gellek zelal e. Daxwaz jî ew e ku qanûn û hiqûqa înfazê pêk were. Ji bo pêkanîna daxwaza van girtiyan tu astengî li pêşiya hiqûq û qanûnan nîne.
ME BAŞ JI ŞENTOP FÊM KIR
Piştî wekîlê me Tayîp Temel di hevpeyvînekê de ku bangî Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop kir û bersiva ku da wekîlê me ji aliyê me ve baş hat fêmkirin.
SERLÊDAN 809 CAR BI ÎDAYÊN BÊHÊCET HAT REDKIRIN
Parêzerên Birêz Ocalan ji bo hevdîtinê dikaribin bikin 809 caran serî li dozgeriyê dan. Her 809 car jî bi îdayên bêhêcet hat redkirin. Ev bêhiqûqiyek e. Dozger û dadger jî ji bo ev bêhiqûqî ji holê rabe tu gavek neavêtine. Birêz Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve di 35 hezar saetan tenê du caran bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye. Li dijî van pêkanîna me diyaloga li gel Ocalan li pêş bikeve pêşniyar dikin.
DEM DEMA XWEDÎ DERKETINÊ YE
Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan li her deverê dinyayê bang tê kirin û ev bang mezin û bilind dibe. Malbat di nava aciziyek mezin de ne. Bifikirin her roj zarokên wan li girtîgehan dihelin. Ji qada navnetewî gellek kes û saziyên nas ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin. Em bang dikin ku divê guhê xwe li vê bangê negirin. Em carek din dubare bang li însanên xwedî wîjdan, rêxistinên civakî yên sivîl, însanên demokrat dikin; guhê li dijî bangên HDP’ê negirin û me bi tenê nehêlin. Niha dem ne dema rexnekirin û ji hev hesab pirsînê ye. Niha dem dema ku bêyî tiştek were serê tu kesî û rojiya mirinê ya wê ji sibê şûn ve dest pê bike bidin rawestandinê ye. Ya esasî ji bo HDP’ê ew e ku ruh bide jiyanê û jiyanê biparêze ye.”