HDP'ê hêvî da Bûrdûrê

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Bûrdûrê ku nû vebûye, di nava jin, ciwan û gelên xwecihî de hêviyê diafirîne.

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Bûrdûrê ku berî çar mehan vebû, bi lez û coşeke mezin xebatên xwe dewam dike. Li bajarê ku civîna danasîna namzetan bi girseyî û coş derbas bû,  bawerî bi HDP'ê heye ku ji ber pêwîstiyekê derketiye holê.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bûrdûrê Mûstafa Taylan da xuyakirin ku dema wan gotinên HDP'ê bihîstin û dîtin, wan pêwîst dîtine ku li bajêr jî ava bibe û anî ziman ku di encama civînan de rêveberiyeke ji 7 kesan hatiye diyarkirin û bi vê rêveberiyê re Rêxistina HDP'ê ya Bûrdûrê hatiye avakirin.

Taylan got, "Berî du mehan me hemû pirsgirêk çareser kir, avahiya xwe ya bajêr kirê kir û dest bi kar kir. Di dema damezrandinê de em li ti zehmetiyan rast nehatin. Lê belê di kirêkirina cih de pirsgirêk derket. Kesî nedixwest kirê bike."

'DERDORÊN CUDA TÊN ME PÎROZ DIKIN'

Taylan da xuyakirin ku piştî vebûna rêxistina bajêr derdorên cuda hatine û ew pîroz kirine û got, "Hevalên hatin em pîroz kirin di nava komîsyonên hilbijartinê de bi me re dest bi kar kirin. Piraniya van hevalan HDP'yî nînin, lê belê plartiya me nas dikin û dema bihîstin avahiya rêxistinê vebû hatin. Ev rewş me kêfxweş dike. Di çavê hemû hevalên HDP'yî yên li Bûrdûrê de coşek mezin xuya dike. Ev kelecan hêzê dide me û bi vê hêzê re em ê li vir bi ser bikevin."

'LI BAJAR, NAVÇE Û GUNDAN NÛNERTÎ HATIN AVAKIRIN'

Taylan ragihand ku xebatên wan bi tenê li navenda Bûrdûrê bi sînor nînin, li navçe û gundan jî ew xebatên xwe dimeşînin û ji niha ve li gelek gund û navçeyan nûnertiyên wan dest bi kar kirine. Taylan anî ziman ku ew ê mal bi mal bigerin û HDP'ê ji her kesî re vebêjin.

'HDP BI QASÎ NAN Û AVÊ PÊWÎST BÛ'

Vahap Tûncay xwendekar e û li Bûrdûrê dijî. Tûncay anî ziman ku nebûna HDP'ê li Bûrdûrê kêmasiyek bû û got, "HDP bi qasî nan û avê pêwîst bû, haya me hemûyan ji vê hebû. Piştre me dest bi kar kir û avahiya partiyê vekir. Em li benda hemû reng û baweriyan e."

'MADEM KU PARTIYA TIRKIYEYÊ YE DIVÊ LI BÛRDÛRÊ JÎ HEBE'

Mehmet Alî Ete jî bibîr xist ku HDP bi dirûşma "Em Partiya Tirkiyeyê ne" daketiye meydana hilbijartinê û destnîşan kir ku partiya bi vê dirûşmê tevlî hilbijartinê dibe divê li her cihî hebe. Ete got, "Partiyeke ji hemû cihêrengiyan, diviyabû li Bûrdûrê jî rêxistina xwe hebûya û dereng be jî hat vekirin."

'HAT FÊMKIRIN KU HDP LI BÛRDÛRÊ HEYE'

Samî Fîdan diyar kir ku HDP'ê di hilbijartinên şaredariyê de jî li Bûrdûrê namzet nîşan daye û got, "Bi hilbijartinê re li Bûrdûrê xebatekê destpê kir lê me nekarîbû avahiyeke partiyê jî vekin. Gelê Bûrdûrê bi hilbijartinên şaredariyê re dît ku HDP li vir jî heye. Bi vê xebata ku bi hilbijartinên Serokkomariyê re dewam kir re, HDP li Bûrdûr xweş hat naskirin û bi hilbijartinên parlamenteriyê re hat dîtin ku avahiyeke partiyê li Bûrdûrê pêwîst e."

'WEKE JINEKÊ DIKARIM BÊJIM KU HDP'Ê HÊVIYEKE MEZIN AFIRANDIYE'

Xwendekara Zanîngeha Bûrdûrê Bîrsen Suzgun jî anî ziman ku ew 5 sal in li Bûrdûrê dijî û got, "Vebûna avahiya HDP'ê li Bûrdûrê cihê serbilindiyê ye, me mora xwe avêt binê serketineke mezin. Hemû partiyên siyasî hebûn, lê belê pêwîstiya bi HDP'ê li ber çavan bû. Weke jinekê dikarim bêjim HDP'ê li vir rê li ber hêviyeke mezin vekiriye."

'JI JINAN RE BÛ HÊVÎ'

Leyla Altin jî da zanîn ku jin di nava civakê de her tim bûye aliyê herî zêde mafê xwe hatiye binpêkirin û got, "HDP hewl dide pêşî li vê rewşê bigire. Li Bûrdûrê karê pêşhatî yê HDP'ê xebatên jinê ye. Ev yek mijareke gelekî girîng e. Eger li vê derê ev xebat dewam bike, hingî em ê karibin bêjin hêvî heye."

'DI ASTA ŞOREŞÊ DE GIRÎNG E'

Hacer Yildiz li Zanîngeha Bûrdûrê perwerdeya bedenê dibîne. Yildiz anî ziman ku vebûna rêxistina HDP'ê li Bûrdûrê di asta şoreşê de girîng e û got, "Rêxistinbûyîna HDP'ê li vê derê pêkan nedihat dîtin, lê belê vebû. Ji bo jinên li vê derê hêviyek afirand. Em ê xebatên xwe bi vî rengî dewam bikin."

'XELEK BI XELEK EM Ê MEZIN BIBIN'

Gulîstan Aydin xwendekara beşa perwerdeya bedenê ya Zanîngeha Bûrdûrê ye. Aydin ragihand ku di encama nêrînên li civînan derketin holê de wan HDP li Bûrdûrê vekirine û got, "Em difikirin ku civînên malan lidar bixin. Ji îro û pê ve em ê bêhtir çalak xebatên xwe dewam bikin. Di civîna danasîna namzetan de me biryarek stend. Li gorî vê biryarê her kesên tevlî civîna danasînê bûn, kesekê/î din birêxistin bikin. Eger em karibin vê bikin, mîna xelekê em ê mezin bibin. Li Bûrdûrê vebûna rêxistinbûyîna HDP'ê şoreşeke."

...