Berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîlem Kuçukkeleş, bi peyamekê Cejna Cimaya Şîxadî ya Êzidiyan pîroz kirin.
Di peyamê de ev tişt hate gotin: “Civaka Êzidî ya yek ji civaka herî qedîm a li ser xaka Mezopotamyayê dijîn, her sal di navbera 6-13’ê Cotmehê de cejna Cimaya Şêxadî pîroz dikin. Bi vê boneyê serdana xaka pîroz a Laleşê dikin, daxwazên xwe pêşkêşî pîrên xwe dikin, erka heca xwe pêktînin, cejna xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya aramî, aştî û azadiyê ya li ser erdnîgariya me.”
Kuçukkeleş destnîşan ki ku tevî hemû astengî, qetlîam, ferman û qirkirina jî civaka Êzidî weke her salê îsal jî berê xwe didin xaka Şengalê û Cejna Cimaya Şîxadî pîroz dikin.
Di dewama daxuyaniyê de Kuçukkeleş got: “Bi vê boneyê em carekî din Cejna Cimaya Şîxadî ya bûye sembola hebûn, yekîtî û zindîbûna Êzidiyan pîroz dikin, hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya aştî, aramî û dawîbûna êşên tên kişandin û hatina rojên bi azadî.”