HDP'ê 'çavdêrên navnetewî' ji bo hilbijartinê xwest

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê bang kirin ku 'çavdrêrên navnetewî' werin.

Hevserokên HDP'ê ji bo hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê çavdêrên navnetewî vexwnedin.

Di bangê de, ku bi Fransî hate kirin, hate gotin, ''Sedemên me yên mafdar hene ku ev hilbijartin wê bi şertên dij-demokratîk pêk weren.''

Di bangê de her wiha binpêkirinên yasayî yên dema hilbijartina Hezîrana 2018'an û Nîsana 2017'an jî hate bibîrxistin.

SAZIYêN DEMOKRATÎK HATIN TINEKIRIN

Hevserokan diyar kirin van sê salên dawî tifaqa Erdogan û milliyetgirên radîjal, saziyên demokratîk ku di pratîkê de jixwe qesl bûn tine kirine û gotin, ''Karakterê vê rejîma nû bi zext û zordariya li ser Kurdan û HDP'ê û muxaleftê xwe datîne holê. Di rewşa berdest de ji 5 hezarî zêdetir endamên HDP'ê girtî ne. Di nav van de Hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene, her wiha 8 parlamenter, 59 hevşaredar û gelek rêveberên partiyê jî di nav girtiyan de ne.''

ZEXT

Buldan û Temellî gotin HDP di hedefa rewşa awarte ne, piştî vê rejîma ku piştî hewldana darbeyê hatiye sazkirin bi kêmanî 150 hezar karmend ji kar hatine derêxistin, ji 2 hezarî zêdetir rêxistinên civaka sivîl û piranî jê Kurd 200 organên çapmaniyê hatine qedexekirin, li gel vê 160 nûçegihan girtî ne û 80 hezar kes hatin girtin. Hevserokan gotin, ''Rejîma Erdogan çi kesê ku polîtîkayên wî rexne dike wan dike xayin, terorîst an jî dijminê dewletê.''

HDP'ê her wiha guherînên yasayî yên ji bo berjewendiya AKP'ê jî bi bîr xist, bal kişande ser wê ku medya ji hêla hikûmetê ve tê kontrolkirin, sansûr destnîşan kirin û hikûmet kanên dewletê bi kar tîne.

Hevserokan di daxuyaniyê de gotin beriya hilbijartina Adara 2019'an zexta li ser HDP'ê zêdetir bûye, hate bibîrxistin ku Erdogan qeyûm aniye ser şaredariyan û domandin, ''Hema hema her roj bi dehan endam û sempatîzanên me têne destgîrkirin.''

BIBIN ŞAHIDÊ TÊKOŞÎNA BIRÛMET A GEL

Buldan û Temellî her wiha diyar kirin li gel zext û zordariya HDP wê hemû şaredariyên xwe bistîne, desthilata AKP-MHP'ê sînodar bike û bang kirin: ''Em bang li hemû saziyên navnetewî û her kesî dikin ku xema siberoja demokrasiyê ya Tirkiyê dixwin, di serî de li bajarên Kurdan, bila werin çavdêriyê li hilbijartinan bikin. Tifaqa AKP-MHP'ê bêguman ji bo hilbijartinê bi ser bixin wê her cure tundî, zextan bike, dek û dolaban bigerîne. Em dixwazin çavdêrên navnetewî, li bara gavên deryasayî yên beriya hilbijartinê û dema hilbijartinê, şahidê li têkoşîna birûmet a gel bikin.''