HDP’ê banga li ser şaneşînan Newrozê pîroz bikin, kir

Partiya Demokratîk a Gelan ji ber vîrûsa Korona ku Newrozên girseyî betal kirin weke alternatîf bang li her kesê kir ku 20’ê Adarê derkeve ser şaneşînê.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê HDP’ê yê Twîtterê hate parvekirin bang li her kesê hate kirin ku 20’ê Adarê derkevin ser şaneşîna û şibakeyên malê Newrozê pîroz bikin.

Di daxuyaniya bi hashtaga “#NEWROZHERYERDE” (NEWROZ LI HER DERÊ) hate parvekirin de ev hate gotin:

“Bê ku em tenduristiya xwe û civaka xwe nexin metirsiyê em ê Newrozê çawa pîroz bikin? Em 20’ê Adara 2020’an li mal, şibake û li ser şaneşînan Newrozê bi ronahiya, tilîlî û stranên xwe pîroz bikin. Em  vê bangê belav bikin bi hashtaga “#NEWROZHERYERDE” li hev kom bibin.”