Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HDP: Divê mirina Şîmûnî Dîrîl were ronîkirin

HDP'ê got divê ser mirina Şîmunî Dîril were ronîkirin, bal kişande ser polîtîkaya qirker a dewletê.

HDP'ê bi daxuyaniyeke niviskî xwest ku, ''Mirina Şîmûnî Dîrîl were ronîkirin.''

Şîmûnî Dîril (71) û Hurmuz Dîril ên Sûryan (65) ji 11'ê Çile ve winda bûbûn, agahî ji wan nedihate standin. 20'ê Adarê termê Şîmûnî Dîrîl hate dîtin.

HDP'ê di daxuyaniyê  de bal kişande ser qirkirina li ser Sûryanan a salên 1915-1924'an û polîtîkaya dewleta Tirk a sîstematîk a qirkirinê bi bîr xist, her wiha hate gotin salên 90'î dema kuştina 'kiryar nediyar'an 50'î welatiyên Sûryan hatibûne kuştin, bi dehan gundên Sûryanan bi destê dewletê hatin valakirin.

HDP'ê xwest, ''Ev komkujî an jî bûyer were ronîkirin.''