HDP: Divê malbat hesap ji AKP û MHP’ê bipirsin

HDP’ê diyar kir ku AKP li Amedê êşên malbatan îstîsmar dike û got “AKP û MHP berpirsên vî tiştî ne, divê hesap ji wan were pirsîn.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê îro derbarê senaryoya AKP’ê ya li Amedê û lêpirsîna li ser rêveberên xwe daxuyanî da.

LÎSTIKA DESTHILATDARIYÊ

Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hatiye diyarkirin:

“Di nûçeyan de derkete holê ku Serdozgeriya Amedê derbarê rêveberên partiya me yên bajar û navçeyan lêpirsîn daye destpêkirin. Ev lêpirsîn parçeyekî lîstikên desthilatdariyê ne.

Em îro êşa dayikan fêm dikin û hurmeta me li hemberî wan heye. Em naxwazin dilopek xwîn were rijandin. Werin bi rêya diyalog û demokrasiyê em vê kêşeyê çareser bikin.

Em dizanin ku berdevkên desthilatdariyê ferman dabûn ku êrîşî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê were kirin. Heman kes niha jî hestên malbatan îstîsmar dikin û ji bo armancên xwe yên desthilatdariyê bi kar tîne.

Destilatdarî vê senaryoya li ser malbatan sê sal berê jî dîsa pêk anîbû. Wê demê li pêşiya şaredariya bajarê mezin a Amedê dihate kirin lê ji ber ku qeyyûm hatiye peywirdarkirin, ev lîstik li pêşiya avahiya me ya bajêr didome.

Li gorî daxuyaniyên malbatan ew beralîkirin ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî û Serokkomar tê kirin. Serokkomar bi daxuyaniyên xwe malbatan li dijî partiya me sor dike û berê wan dide ser avahiyên me.

Em careke din dubare dikin ku malbatên ku zarokên wan ne li ba wan e, divê hesap ji tifaqa AKP û MHP’ê bipirsin. Yên ku doza Kurdan çareser nakin AKP û MHP ye. Ciwanên vî welatî ji ber israra wan a şer dimirin.

Partiya me ji bo ku aştî û demokrasî were ser vê axê, têdikoşe. Ligel ku parlementer, rêveberên me yên bajêr daxuyanî dan û diyar kirin werin em bi hev re vê meseleyê çareser bikin, dozgerîyê lêpirsîn li wan vekir. Bi van lêpirsînan çareserî pêk nayê. Werin em li meclîsê li van dayikan guhdarî bikin û bila hemû partî berpirsyar tevbigerin.”