HDP: Divê hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar piştî biryara DMME ya derbarê Selahattîn Demirtaş hatî eşkerekirin, xwestin ku Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî tavilê werin berdan.

Bûldan û Sancar ên ku daxuyaniyek nivîskî dayîn gotin: “Parêzerên Hevserokê Giştî yê pêvajoya berêya yê partiya me Selahattîn Demîrtaş ku serdana Daîreya Giştî ya DMME’yê kirîn, îro encam bû û biryara ku Daîreya giştî dayî, biyara ku berî niha ya ‘Divê Demirtaş were berdan’ erê kir.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ev biryar ji bo siyasetmedarên me yên din jî piştrastiye. Li dijî biryara ku sala 2018’an a ‘Divê Demirtaş were berdan’ hatî dayîn, ji aliyê desthilata siyasî ve hate gotin ku ‘Biryar ne piştrat e’ daxwaza berdanê ya parêzeran red kiribû. Biyara piştrast û girêdayî ku îro ji aliyê Daîreya Giştî ya DMME’yê ve hatî dayîn ev hêncet ji holê rakir. Bi vê biryarê lêpirsîninên di serî de ji bo Demirtaş û hemû girtiyên siyasî yên hatîn rehîn girtin vale derket. Her weke ku Daîreya Giştî ya DMME’yê jî tomarkirî ev darazên di derbarê hilbijartiyên me de darizandinên siyasî ne.

Em careke diyar dikin ku ev biyar piştrast û girêdayî ye. Ti hincetek siyasî yên desthilatê ne maye ku bide pêş ji bo ji vê biryarê bireve. Li gorî rastiya vê biryarê; bê şert û merc divê Demirtaş û dîl girtiyên siyasî tavilê werin berdan. Li dijî vê her tevgerek meydanê ji hiquqa navnetewî re xwestine û tê wateya ku mafê mirovan ê gerdûnî binpê dike.”