HDP: Divê dengên Akdenîzê ji nû ve bên jimartin

Serlêdana rêxistina HDP’ê ya Mersînê ya li Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Akdenîzê dayî hat redkirin. HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da.

Rêxistina HDP’ê ya Mersînê, ji bo hilbijaritinên navçeya Akdenîz a Mersînê serî li Desteya Hilbijartinê ya navçeyê dabû û dabû diyarkirin ku namzetê şaredariyê yê CHP’ê yê navçeyê Sabit Yelkovan şertên namzetiyê pêk neanîne, lewre îtîraz li encamê kiribû. Lê belê desteya Hilbijartinê ya navçeyê îtîraz red kiribû. Lewre HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Mersînê da.

Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Mustafa Işik, diyar kir ku 8 hezar deng li navçeyên hatine betalkirin û namzetê CHP’ê şertên namzetiyê pêk neanîne, lewre divê deste hilbijartinê betal bike.