HDP: Divê AKP ji çapemeniya xwe ya tetîkkêş re bêje ‘raweste!'
HDP: Divê AKP ji çapemeniya xwe ya tetîkkêş re bêje ‘raweste!'
HDP: Divê AKP ji çapemeniya xwe ya tetîkkêş re bêje ‘raweste!'
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir kampanyaya lîncê ya li hemberî Demîrtaş û partiya wan didome û pirsa, “Hûn di ferqa ku wê ev weşanên we yên qirêj ên hedef nîşan dikin rê li ber encamên xeter vekin?” kir. Oluç hikûmet û saziyên medyayê di mijara kampanyayên nîjadperest wê rê li ber encamên neyênî veke de hişyar kir û bang li rêxistinên pişeyê wan re jî kir.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç di daxuyaniya nivîskî ya da de bal kişand ser kampanyaya siyasî yên lîncê yên li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê di asta bigihêjin xeteriyên mezin de, bi hemû leza xwe didomin.
‘JI BO LINCÊN TAXAN DAWETÎ YE’
Oluç diyar kir Yenî Akît di manşeta nûçeya xwe ya “Qatîlê kurê min Demîrtaş” de Demîrtaş bi şêweyekî vekirî ji rêxistinên kontra û tarî re hedef nîşan kiriye û wiha got: “Piştî gelek bûyerên tarî ji ber weşanên hedef nîşan dikin li pişt in, Yenî Akît a di vê mijarê de sicîla wê reş e li hemberî Hevserokê me yê giştî kampanyeyek pir xeter dimeşîne. Nivîskarê Akît Hasan Karakaya di nivîsa xwe ya îro de bi sergotara ‘Sebra gel neqedînin’ HDP tehdît kir, ji bo lîncên taxan bi şêweyekî vekirî dawetiye da.”
‘BERPIRSIYARIYA WÊ HÛN DIKARIN HILDIN’
Oluç got ku hinek nivîskarên nêzî hikûmetê di hedef nîşankirina Demîrtaş de dewam dikin û ji kampanyaya lînca nîjadperestan re xizmet dikin û di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Îro nivîskarê rojnameya Yenîşafak ê bi navê Mehmet Şeker bikaranîna gotina ‘xwînrêj’ a ji bo Hevserokê me yê Giştî hedê xwe û sînorên asta xwe derbas kirine. Nivîskarê rojnameya Akşam Gulay Gokturk jî bi gotina ‘derewker’ êrîşên xwe yên qirêj didomîne. Nivîskarekî din ê Akşamê Kurtuluş Tayîz ji destpêkê vir ve bi berevajîkirineke bi zanebûn êrîşî Hevserokê me yê Giştî dike û hewl dide weke berpirsê bûyeran e nîşan bide. Di nivîsa xwe ya îro de bikaranîna gotina ‘wê li ser şerên kolanan strana lehengiyê çêkiriba’ hedefnîşankirina Hevserokê me yê Giştî domandiye.”
Di daxuyaniyê de pirsên; “Hûn di ferqa ku wê ev weşanên we yên qirêj ên hedef nîşan dikin rê li ber encamên xeter vekin? Hûn ê karin ji bin provokasyon û êrîşên li hemberî partî û Hevserokê me yê Giştî çêbibin derkevin? Hûnê bikarin hesabê vê bidin? kirin û ev nirxandin kir: “Hikûmet û saziyên eleqeder ên çapemeniyê em ji niha ve di mijara encamên nebaş ên ev kampanyayên nîjadperest rê li ber vekin de hişyar dikin. Divê Hikûmeta AKP’ê ji medyaya xwe ya tetîkkeş re bêje ‘raweste’. Divê bê zanîn me der barê yên vê kampanyaya linca siyasî û nîjadperest berdewam dikin de xebatên hiqûqî dane destpêkirin.”
Oluç got: “Em raya demokratîk, rêxistinên civaka sivîl di mijara van pêşketinên tehlûke de vedixwînin ku bi hestiyarî tevbigerin.”