HDP, di 25-26’ê Nîsanê de li Ewropayê çalakiyên piştevaniyê pêk tîne

HDP, di 25-26’ê Nîsanê de li Awûstralya, Hollanda, Swêd, Belçîka û Elmanyayê civînên gel û bernameyên piştevaniyê pêk tîne.

HDP xebatên xwe yên hilbijartinên yên li Ewropayê didomîne. HDP, di 25-26’ê Nîsanê de li Awûstralya, Hollanda, Swêd, Belçîka û Elmanyayê civînên gel û bernameyên piştevaniyê pêk tîne. Namzetên parlamenterên HDP’ê jî wê beşdar bibin.

NAMZET Û PARLAMENTER JÎ WÊ BEŞDAR BIBIN

Li bajarê Sydney û Melbuorne a Awûstralyayê,  wê di 25-26’ê Nîsanê de civînên gel û şeva piştevaniyê pêk bên û parlamentera Stenbolê û hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel jî wê beşdar be.

Bernameya di 25’ê Nîsanê de li Hollandayê pêk tê jî, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Muslum Dogan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Yazar Muhaffer Oruçoglu wê beşdar bibin.

Li bajarê Viyana ya Awûstûryayê jî di 25’ê Nîsanê de wê mîtînga HDP’ê pêk bê.  Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî wê beşdar be.

Di 25’ê Nîsanê de li herêma Bolenge a Swêdê  bi organizasyona Mereşiyan şevek piştevaniyê wê pêk bê û parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan wê beşdar be.

Di 25’ê Nîsanê de li bajarê Laîchîngen a Elmanyayê ji aliyê dildarên HDP’ê ve wê şevek piştevaniyê pêk bê.  Serokê berê yê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyan a Ewropayê (AABK) û namzetê HDP’ê Turgut Oker û hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag wê beşdar bin.

Li bajarê Sachsen a Elmanyayê jî di 25’ê Nîsanê de wê bernameyek bê organîzekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan wê beşdar be.

DI 26’Ê NÎSANÊ DE

Bernameyên di 26’ê Nîsanê de wê pêk bên wiha ne:

“Li bajarê Darmstad a Elmanyayê civînek têkildarî Elewiyan de pêk tê. Namzetê HDP’ê Muslum Dogan wê beşdar be.

Li Belçîkayê şeva piştevaniya bi HDP’ê re. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk wê beşdar be.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê şeva piştevaniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer beşdar dibe.

Li bajarê Bremen û Oldenburgê şeva piştevaniyê.  Namzetê HDP’ê Turgut Oker, parlamentere HDP’ê yê Muşê Demîr Çelîk wê beşdar be.

Li bajarê Koln û Bonn ên Elmanyayê şeva piştevaniyê wê pêk bên.  Hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, rêveberê AABF’ê Ozkan Lafatan wê beşdar bin.

Li bajarê Salt Avold û Metz şeva piştevaniyê. Namzetê HDP’ê Prof. Dr. Mîthat Sîncar wê beşdar be.

Li bajarê Duisburg û Dusseldorf şeva piştevaniyê wê pêk bên. Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û rêveberê AABF’ê Ozkan Lafatan wê beşdar bin.

Li bajarê Baden ê Elmanyayê bernameyek tê pêkanîn û parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan wê beşdar be.

Li bajarê Hamburg ê Elmanayê bernameyek pêk tê û namzetê HDP’ê Turgut Oker, hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Firat Anli wê beşdar bin.

Li bajarê Nurnbergê jî bernameyek pêk tê û parlamenterê HDP’ê Halîl Aksoy wê beşdar be.

Li bajarê Essen û Dortmun a Elmanyayê şeva piştevaniyê pêk tê.  Rêveberê AABF’ê Ozkan Lafatan, hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik wê beşdar be.”