HDP: Di 10'ê Çileyê de tiştekî bê pîrozkirin nîne

HDP'ê diyar kir ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê êdî nepêkane û ji bo "Roja Rojnamevanên Dixebitin" got, "Tiştekî bê pîrozkirin nemaye."

Alîkariyê Hevserokên HDP'ê yê ji Karê Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel bi wesîleya "Roja Rojnamevanên Dixebitin" daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew di demeke tarî de ne.

Temel bi bîr xist ku di 10'ê Çileyê de Qanûna Çapemeniyê ya bi Hejmara 212'an a li ser ewlehiya mafê aborî û civakî ya kedkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê kete meriyetê, lewma di şert û mercên asayî de 10'ê Çileyê diviyabû weke cejnekê bihata pîrozkrin û got, "Lê mixabin ji bo rojnamevanên ku bi zext û zordariyê dest bi 10'ê Çileya 2021'ê kirin, tiştekî bê pîrozkirin nîne."

Temel got, "Pîrozkirin li aliyekî, em di demeke welê tarî de ne ku êdî rojnamevanî nepêkan e, gefa dîlgirtinê û terbiyekirina bi birçîbûnê li rojnamevanên ku rastiyê dinivîsîne tê xwarin."

Temle bi bîr xist ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de li nava welatên cîhanê di rêzên herî dawî de ye û ew welat e ku herî zêde rojnamevan lê girtî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de Temel got, "Em, kedkarên çapemeniyê yên li ser rastiyê bi biryardarî dimeşin silav dikin" û diyar kir ku ji bo 10'ê Çileyê bi rastî jî weke cejnekê bê pîrozkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.