HDP derbarê vîrusa koronayê pakêta tevdîran eşkere kir
HDP’ê li dijî vîrusa koronayê pakêta tevdîran eşkere kir û bangî gel kir.
HDP’ê li dijî vîrusa koronayê pakêta tevdîran eşkere kir û bangî gel kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan pakêta tevdîran a Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê eşkere kir. Bûldan bi rêya peyama vîdeoyê ya partiya xwe daxuyanî da û qala van tiştan kir.
• Di warê vîrusa koronayê de divê hikumet bi awayekî zelal û eşkere civakê agahdar dike.
• Divê nexweşxaneyên berê wekî navendên karantînayê werin dîzaynkirin.
• Divê hemû hemwelatî bêpere karibe testa vîrusa koronayê bike.
• Derman û alavên tendirustiyê divê bi awayekî belaş bigihînin ber destê kesên rîsk li ser wan hene, kesên li ser 50 salî, penaber û koçberan.
• Tesîsên civakî yên di destê saziyên dewletê û şaredariyan de divê wekî navendên karantînayê ji nû ve were dîzaynkirin.
• Divê xizmetên tendirustiyê bêpere were dayîn.
• Divê heqê miayenebûnê, heqê dermanan belaş bin û para tevkariyê ji van kesan neyê stendin.
‘DIVÊ WERIN BERDAN’
Di warê hiqûqî de jî divê ev tişt were kirin.
• Nexweşên kal, pîr, zarok û jinên xwedî zarok divê bi lez werin berdan.
• Divê mafê girtiyan a bi telefonê divê neyê taloqkirin. Mafê wan ê derketina hewşikê divê her roj were kirin.
• Li hemû girtîgehan divê maske û alavên hîjyenê belaş werin belavkirin.
• Divê parêzer karibin bi muwekîlên xwe re bicivin. Divê kontrolên tendirustiyê bi awayekî bi pergal were kirin.
• Divê hemû girtîgeh werin valakirin û girtîgeh bibin navenda karantînayê.
‘DERXISTINA JI KAR DIVÊ WERE QEDEXEKIRIN, FATÛRE WERIN TALOQKIRIN’
Di warê ekonomiyê de pêşniyar û fikrên me wisa ne
• Di vê pêvajoyê de divê derxistina ji kar were qedexekirin.
• Kesên rîsk li ser wan hene, nîşanên wan ên nexweşiyê hene û nexweşiyên wan ên kronîk hene divê destûra bi pere ji wan re were dayin.
• Dê û bavên ku dixebitin divê teqez destûr ji yekî/ê re were dayin.
• Hemû bêkar divê sûdê ji fona sîgorteya bêkariyê werbigirin.
• Divê dayina fatûreyên av, gaz, elektrîk û înternetê werin sekinandin.
• Divê dayina kirêyan di vê pêvajoyê de were sekinandin.
• Divê hemû krediyên bankeyan bi awayekî bê faîz were pêkanîn û were taloqkirin.
Em bang li meclîsê jî dikin ku divê hemû qanûnan deynin aliyekî û meclîs li ser vîrusa koronayê bicive. Em HDP amade ne. Berpirsyariyeke dîrokî li pêş meclîsê ye. Divê bi beşdariya rêxistinên civakî û pîşeyan civîneke bi lez were lidarxistin.
Em bang li gel jî dikin, heta ku ne mecbûrî be ji malên xwe dernekevin. Em nizanin ev pêvajo wê heta kîngê bidome. Em bang li gelê xwe dikin ku bila xurekan ji xwe re peyda bikin.
Desthilatdarî di warê tevdîran de dereng maye, mixabin hê jî tu planeke cîddî tune. Meclîsa me ya ciwanan û hemû endamên HDP’ê di vê pêvajoyê de divê van tiştan ber çavê xwe û alîkariyê bide her dera Tirkiyeyê.”