HDP: Dayikên Şemiyê di têkoşîna demokrasiyê de rolekî girîng dilîzin
HDP: Dayikên Şemiyê di têkoşîna demokrasiyê de rolekî girîng dilîzin
HDP: Dayikên Şemiyê di têkoşîna demokrasiyê de rolekî girîng dilîzin
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî hefteya 500. çalakiya Dayikên Şemiyê ku daxuyaniyek da got, “Dayikên Şemiyê bi vê çalakiya xwe ya bi israr û bi înad a li tevayî cîhanê bandor kiriye di pêşxistina têkoşîna aştî û demokrasiyê de rolekî girîng lîstin.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku Dayikên Aştiyê 500 hefte ne di heman roj û saetê de li Qada Galatasaray rûniştine û parçeyekî girîng ê mîrasa hevpar a hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne.”
HDP’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got, “Em ê bi tevayî hêzên demokrasiyê re vê têkoşîna bi rûmet berdewam bikin. Ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekhevî bi ser bikeve û edalet bê cih wê ev çalakiya watedar a Dayikên Aştiyê mutleq encam bigire.”
Dayikên Aştiyê, rûmeta gelê me û tevayî mirovên xwedî rûmet in. Em têkoşîna bi rêz û hurmet silav dikin.”